'Şahid' sexte bûn, dîsa jî cezayê girtîgehê birîn

Li Mêrdînê cezayê girtîgehê li 5 siyasetmedarên HDP û DBP'î hate birîn ku 2 ji wan girtî ye. Eşkere bû ku gotinên 'şahidê nepen' ê têkildarî siyasetmedaran sexte ne.

Rûniştina biryardanê ya têkildarî doza li rêveberên rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê û endamên Meclîsa Partiyê ya HDP-DBP'ê bi beyanên "şahidê nepen" hate destpêkirin û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate meşandin, îro pêk hat.

Rûniştin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat û Hevserokê berê yê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Alaattîn Semîr Zûgûrlî yên dîlgirtî bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî bûn.

Dozgeriyê beyanên "şahidê nepen" ê ku eşkere bû sexte ye, weke hincet nîşan da û xwest siyasetmedar Şeyhmûs Sûn, Leyla Bozkûrt, Alî Sîncar, Alaattîn Semî Zûgûrlî ûSedat Ay ji îdîayên "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" bên cezakirin.

Heyeta dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Zûgûrlî, 7s al û mehek ceza li Alî Sîncar birî. Dadgehê biryara berdana herdu siyasetmedaran da. Dadgehê her wiha li Leyla Bozkûrt 6 sal û 10 meh 15 roj, li Şeyhmûs Sûn 6 sal û 8 meh, li Sedat Ay jî 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.