Şagirtên dewreya Akademiya Tenduristiyê ya Mehmet Xeyrî Dûrmûş

Gerilayên şargirtên Dewreya Şehîd Dilpak Faraşîn a Akademiya Tenduristiyê ya Mehmet Xeyrî Dûrmûş perwerdehiyê dibînin gotin: ‘Di nav PKK de dermanê yekem yê baş rêhevaltî ye’’

Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên HPG û YJA Starê tevî hemû êrîşên dijmin bê ku bibe asteng kar û xebatên xwe dikin. Li kêleka vê jî gerîla di akademiyan de perwerdeya xwe dibîne. Yek ji van akademiyan jî Akademiya Tenduristiyê ya bi navê Mehmet Xeyrî Dûrmûş e. Xeyrî Dûrmûş di damezrandina PKK de weke endamê komîteya navendî cihê xwe girtiye. Di heman demê de bijîjk e. Gerîlayên ku her tim li ser şopa van pêşengan têkoşîna xwe didin meşandin cardin di şopdariya Xeyrî Dûrmûş de bi navê akademiya tenduristiyê perwerde dibînin. Şagirtên vê akademiyê wiha gotin: “Dermanê herê baş rêhevaltî ye.”

 ‘JI BO TENDURISTIYÊ EV AKADEMÎ DERFETEKE MEZIN E’

Gerîla Avaşîn Delîla di derbarê akademiya Tenuristiyê ya Mehmet Xeyrî Dûrmûş de wiha got: “Di vê akademiyê de cihê xwe girtin ji bo min xwedî wateyeke pir mezin e. Weke ku tê zanîn heval Xeyrî bi xwe jî beşa bijîjktî dixwend. Li ser vê esasê perwerde dîtin erkeke girîng barî ser milê me dike. Di hêla tenduristî de ev akademî fersendeke mezin e. Di pêvajoyek wiha de û li çiya mirov bizanibe bikar bîne, ji bo rêhevalên xwe bikaribe bibe alîkar, kedek û nirxeke pir mezin e. Ji bo wê jî ez dixwazim di vê akademiyê de heta ji destê min were di her alî de xwe pêş bixim.” Delîla da diyar kirin ku taybetmendî û keda ku mîna heval Xeyrî û Dilpakan daye wan jî dixwazin bibin şopdarê wan û wiha pêde çû: “Di pêvajoyek wisa de em dixwazin bersiveke xurt bidin. Dema ku me yekem car navê heval Xeyrî bihîst ev bi me re hêzeke mezin da ava kirin. Em jî dixwazin berxwedaniya ku di zîndanan de di şexsê Xeyrîyan de derketiye mezin bikin. Ya ku me ji xwe re kiriye armanc jî piştî vê akademiyê jî bi gavên mezin xwedî li keda van hevalan derketin e.”

 ‘BI VÊ AKADEMIYÊ MIROV DIKEVE FERQA ŞÊWAZA PERWERDEYA PKK’Ê Û YA PERGALÊ’

Yek ji şagirtê vê akademiyê Azê Serhed jî hestên xwe yên di derheqê akademiyê de anî ser ziman, di nirxandinên xwe de jî diyar kirin ku bi xwe di pergalê de beşa tendUrIstiyê xwendiye û niha di refên PKK de jî li ser vê xebatê pratîk dide meşandin. Gerîla Azê bal kişand ser ferq û cudahiya di navbera şêwazê tenduristiya PKK û ya pergalê û gotinên xwe wiha domand; “Li Almanyayê navenda kapîtalîzmê min beşa tenduristiyê xwend. Min demekê li wir karê tenduristiyê jî kir. Piştre min biryar da û ez hatim çiyayên Kurdistanê. Niha weke şagirtê Akademiya Mehmet Xeyrî Durmuş li vir cihê xwe digirim. Di pergalê de mirov bê pere nikare bijî. Ji ber wê jî pêwîste tu xwedî erkek ango karekî be. Li ser vê esasê me xwend. Dema ku mirov partiyê nas dike, Serokatî û hevaltiyê nas dike wê demê mirov dikeve ferqa wê. Di hêla tenduristî de li van çiyayan bi hevalê xwe re bûyîna alîkar tişteke pir pîroz e. Di civakê de mîna memurekê tenê nexweş tên, tu li wan mêze dike, tu derman dide ango derzî li wan dide, lê belê li vir ne wisa ye. Hevalê me birîndar dibin. Bi ruhê hevaltiyê tu nêz dibe. Ev ruh dikeve dewrê û em wisa bi hevalên xwe re dibin alîkar. Niha şerekî dijwar tê kirin, ev jî rastiya me ye. Me pir tişt ji vê akademiyê girt. Ji xwe ferq û cudahiya vir û pergalê pir diyar e. Di pergalê de mîna motor ango amûrekê nêzî mirovan dibin. Mirovan parçe parçe dideynin ber çavên me û tenê di milê fizîk de digirin dest. Hîs kirin ango ruhek di wir de nîne. Li wir bi kimyasalan mirov zanebûn jî tên nexweş xistin. Li vir ya ku em di perwerdeyê de fêr dibin jî beriya her tiştê hevaltî ye. Mirov dikare vê ferq û cudahiyê deynê holê.”

 ‘DI NAVA PKK’Ê DE DERMANÊ HER BAŞ RÊHEVALTÎ YE’

Gerîla Azê destnîşan kir ku li vir dermanê yekemîn rêhevaltî ye, dema ku hevalek birîndar dibe û tu destê wê digire morala ku hevalên me digirin dermanê herê baş ew e û wiha dom kir: “Dema ku li vir hevalek birîndar dibe em weke pergalê nêz nabin ango weke amûrekê nêz nabin. Hevalê xwe û li kêleka vê birîna wê/î hîs kirin jî heye. Dema em diçin gel hevalê xwe jî em bi moral diçin. Em di vir de wisa fêr bûn. Pêwîste em birîna hevalê xwe jî hîs bikin. Weke şagirtê Akademiya Mehmet Xeyrî Dûrmûş ez dikarim vê ferq û cudahiyê deynim holê. Dema ku em çûn pratîkê jî em ê vê perwerdê li ser şopa van hevalan têxin pratîkê.”