Îranê deriyê sînor ê Başmaxê vekir

Îranê, deriyê sînor ê Başmaxê, ku 15'ê Cotmehê li bazirganiyê girt, îro ji nû ve vekir.

Deriyê sînor ê Başmaxê, ku piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê ewilî li tankerên petrolê piştre jî li bazirganiyê hate girtin, îro ji nû ve li bazirganiyê hate vekirin.

Deriyê sînor ê Başmaxê, ku di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ye, piştî 10 rojan li bazirganiyê vebû.

Endamê Desteya Rêveber a Sendîkaya Ajokarên Başmaxê Ebdullah Ehmed ji RojNewsê re axivî û got, "Sendîkaya Ajokarên Îranê duh ji me re ragihand, ku wê derî roja Çarşemê vebe. Gotin ku derî vê gavê li ger û geştê û bazirganiyê vedibe. Deriyê sînor îro ji nû ve vebû."

Ehmed diyar kir, ku bi vebûna deriyê sînor re liv û tevgera wesayitan dest pê kiriye û got, "Karmendên li ber derî nehatine guhertin. Berê gotibûn ku wê karmendên Ereb bên wezîfedarkirin. Lê li aliyê Kirmanşanê guhertin heye yan nîne, em bi wê nizanin."

Deriyê sînor ê Perwêxanê yê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hê nehatiye vekirin.

Roja 15'ê Cotmehê deriyên sînor ên Başmax, Perwêzxan û Hecî Omeranê ji aliyê Îranê ve li bazirganiyê hatibû girtin.