Îranê ciwanekî Kurd bi darve kir

Dewleta Îranê ciwanekî ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi darve kir.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kuridstanê, ciwanê bi navê Cemal Mihemedî yê ji Îlamê, 16'ê Gulanê li girtîgeha navendî ya Îranê hate darvekirin.

Hate ragihandin ku Mihemedî beriya du salan ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve ji kuştina fermandarekî Muxafizên Şoreşê mehkûm kiribû û cezayê darvekirinê lê birî bû.

Îran li cîhanê piştî Çînê duyemîn welat e ku herî zêde îdamê dike. Çîn, bi hinceta sira dewletê ye, îdamê eşkere nake. Li gorî Rêxistina Efûyê li Îranê di sala 2020'î de 251 kes hatin darvekirin. Ji sedî 88 ê darvekirinên par li Îran, Misir, Iraq û Erebistana Siûdî hate kirin.

Tê texmînkirin ku bîlançoya rastî ya li Îranê gelekî girantir e. Li gorî çavkaniyên muxalîf ji sedî 70 ê darvekirinan bi rengekî veşartî tê kirin. Çavkaniyên muxalîf ragihand ku sala 2020'î herî kêm 270 kes hatin darvekirin. Ji destpêka sala 2021'ê ve derdora 100 kes hatin darvekirin.

Li vî welatê ku hema bêje her roj darvekirin tê kirin, şert û mercê darizandina adîl jî nîne. Bi rûniştinên ji çend deqeyan cezayê darvekirinê li girtiyên siyasî tê birîn.