Îran topan diavêje herêma Bradostê

Hate ragihandin, artêşa Îranê bombeyan li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Artêşa Îranê ji îro saet 12:30'î ve topan diavêje zozanên Şîwedizê yên herêma Bradostê.

Li gorî nûçeya RojNewsê, gundiyên herêmê yên cotkarî û sewalkariyê dikin ji bo xwe ji topbaranê biparêzin malên xwe terikandine û xwe li Sîdekan û gundên derdorê girtine. Tê gotin ku bomberdûman niha jî dewam dike.

Rejîma Îranê 4 roj in bombeyan li herêmên Bradost û Balekayetiyê dibarîne.