Îradeya gerîla her cûre teknîkê têk dibe

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Koçer êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û destnîşan kir ku her cûre teknîk li hemberî îradeya gerîla têk çûye.

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Koçer berxwedana gerîla nirxand, bal kişand ser rastiya PKK'ê ya têk naçe û anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di nava şerekî giran de ye. Êrîş Koçer got, "Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêz û teknîka li ber destê xwe bi ser me ve tê, lê heta niha nekariya encama ku dixwaze bi dest bixe. Di vî şerî de xitimî ye." Koçer destnîşan kir ku artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk çûye.

'HEVRÊYÊN ME YÊN JIN ÇAVKANIYA ME YA HÊZ Û MORALÊ YE'

Êrîş Koçer anî ziman ku di şer de çalakî û pêşengiya hêzên YJA Starê rêveçûna şer diyar dike û got, "Ev fedaiyên ku ji bo parastina xaka xwe soz dane, bi rengê Zîlan, Bêrîtan li dijî hêzên dijmin û xiyanetkaran têdikoşin. Berxwedana ku di şexsê hevrêyên me yên jin de tê meşandin, dijmin têk biriye. Di rastiya şerê heyî de îrade û berxwedana hevrêyên me yên jin ji bo me bûye çavkaniya hêz û moralê. Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê û cîhanê bi vî rengî ye."

Êrîş Koçer got, "Çalakiyên ku hevrêyên me yên jin dikin, derbên gelekî giran li dijmin dixin û dikin ku dijmin negihêje armanca xwe. Dijminê ku ji hevrêyên me yên jin derbê dixwe, bi rengekî mezin têk diçe."

'DEWLETA TIRK Û HEVKARÊN WÊ MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ NE'

Êrîş Koçer mezinahiya têkoşîna li dijî êrîşan bi van gotinan anî ziman, "Li gel şer û êrîşên dewleta Tirk, her wiha xiyaneteke mezin jî heye. Bi qasî berxwedanê, xiyanet jî bi şênberî li pêş çavan e. Dijminê ku bi ti awayî nikare li hemberî me bi ser bikeve, li gel noker û xayinan li dijî şervanên azadiyê şer dike. Lê belê heta ku ruhê Apoyî hebe wê li vê xakê ti carî dewleta Tirk û hevkarên wê negihêjin armanca xwe.

Di şerê dijî dewleta faşîst û hevkarên wê de gelek hevrêyên me şehîd bûn, lê diyar e ku ev berdêl di oxira çi de hatine dayin. Bêguman armanceke van berdêlan heye. Van hevrêyên me ji bo kêliyekê jî li xwe nefikirîn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û afirandina Kurdistaneke azad xwe feda kirin. Heta ku em hebin wê ev fedaîtî her tim dewam bike. Ji ber ku em ji bo gelê xwe hene."

Gerîlayê HPG'ê Êrîş Koçer di dawiya axaftina xwe de biryardariya xwe ya ji bo serketinê anî ziman: "Gerîlayên Azadiyê ku bi rengekî fedaî heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji doza xwe venagerin, bi biryar in ku vî şerî bi ser bixînin. Ji ber vê yekê şert û merc çi dibin bila bibin diyar dikin ku ew ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Em xwedî îradeyeke mezin in, heta dawiyê em bi biryar in ku li Kurdistaneke azad bi Rêberê xwe re bijîn. Herî dawî ji hemû hevrêyên xwe yên li eniyên pêş li dijî dijmin şer dikin, serketinê dixwazim. Serketin teqez a me ye."