Însiyatîfa Gel ji bo mezinkirina berxwedanê bang kir

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir ku divê gel ji îro û pê ve bi her awayî çalakiyan li dar bixe û Bakurê Kurdistanê li AKP'ê biherimînin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku armanca vê pêngavê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hate gotin, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di heman demê de serketina şerê azadî û hebûnê yê gelê Kurd e."

Di daxuyaniYê de hate gotin, "Li dijî xiyanet û teslîmiyeta ku înkar û tunekirinê li ser jiyana me ya azad û hebûna me ferz dike, ji bilî parastina azadî û hebûna xwe rêyeke din li pêşiya me nîne. Lewma mafê me yê herî civakî ye ku em xwe û gelê xwe bi rêxistin bikin û li dijî qirkerî û faşîzmê hebûna xwe biparêzin, azadiya xwe misoger bikin."

'EM DIKARIN DERBA KUŞTINÊ LI SÎSTEMÊ BIXIN'

Însiyatîfê ragihand ku gelê Kurd û hêza wê ya pêşeng bi têkoşîna xwe ya 45 salan dewleta Tik a qirker, mêtinger û faşîst lawaz kiriye, gihandiye ber hilweşînê û wiha dewam kir: "Lewma dewleta Tirk tevî ku xeleka herî stratejîk a modernîteya kapîtalîst e, di heman demê xeleka herî lawaz a wê sîstemê ye. Têkbirina vê xeleka lawaz, jêbirina wê ji ser dîroka mirovahiyê, tê wê wateyê ku derba kuştinê li sîstema modernîst bê xistin."

'YA KU EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIXÎNIN, PAŞEROJA AZAD E'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, yê ku gelê Kurd li ser piyan hişt, kir ku li ber dagirkerî, mêtingeriyê rabe û li ber xwe bide Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hate gotin, "Ya ku em ê bi berxwedanê û bi şer bi dest bixin, paşeroj û siberoja me ya azad e. Di serî de gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, her wiha hêzên demokratîk, divê bêjin 'roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye' û ti Kurdekî bi rûmet û azad divê li şûna xwe rûnenê. Mirovê azad ew mirov e ku xwe bi rêxistin dike û çalakiyan dike.

Ji bo berxwedanê gelek sedemên me hene, ti hincet nîne ku me ji berxwedanê vegerîne!

Di pêvajoyeke wiha de hewldanên yekîtiya neteweyî yên Kurdan gelekî girîng û pêwîst in. Lê belê ev hewldanên yekîtiyê divê tenê li qada siyasî nemîne, her welatparêz, her Kurdê bi rûmet divê yekîtiya xwe ya neteweyî ya civakî pêk bînin."

'JI NIHA Û PÊ VE DIVÊ BI HER AWAYÎ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN'

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê ji îro û pê ve divê bêteredût însiyatîfa lidarxistin çalakiyên bi her awayî bi kar bîne û Bakurê Kurdistanê li AKP'ê biherimîne.

Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her devera lê dimîne bi dilsoziya bi azadî û rûmeta xwe berxwedanê mezin bikin."