Îmre: Şaredarî wê ji aliyê gel ve bê birêvebirin

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Finka Botanê Ahmet Îmre diyar kir, wê şaredariya ji aliyê AKP'ê ve hatiye dagirkirin bi navê gel ji nû ve bi dest bixin. Îmre got, şaredarî wê ji aliyê gel ve bê birêvebirin.

Finka Botan yek ji bajarokên girîng ên Şirnexê ye ku xebatên hilbijartinê lê zêde bûne. Finka Botan heta 5 sal beriya niha ji ber ku HDP'ê namzet nîşan nedida di destê AKP'ê de bû. HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên dawî de bi rêjeyeke bilind a dengan şaredarî bi dest xist, lê belê rejîma AKP'ê bi destê qeyûm şaredarî desteser kiribû.

Ji namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Finka Botanê Ahmet Îmre (45) qala karên xwe yên hilbijartinê kir û got, wê şaredariyê bi dengê ji yên 31'ê Adarê zêdetir qezenç bikin.

Îmre ku li bajarokê Finka Botanê ji dayik bû û lê mezin bû, zewiciye û bavê 4 zarokan e. Îmre ku 15 salan bi karê esnafiyê debara xwe kir got, "Salên 1990'î dema ku şewitandin û valakirina gundan dest pê kir, em jî bi malbata xwe re derket. Nêzî 20 salên me li Stenbolê derbas bû. Salên dawî me nema xwe ragirt û tevî malbatê em hatin Finka. Salên dawî ez endamê meclîsa şaredariyê bûm."

'EM Ê BI DENGEKÎ ZÊDETIR FINKA BOTANÊ JI NÛ VE BI DEST BIXIN'

Îmre bi bîr xist, rêveberiya Finka Botanê berî 5 salan di destê AKP'ê de bû û got, "Me yekemcar di hilbijartinên bihurî de namzet derxist û bi rêjeyeke bilind a dengan me şaredarî bi dest xist. Lê belê, bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel hate desteserkirin. Cihê vê nêzîkatiyê ne di hiûqê de ne jî di nava dîn de heye. Ev yek tê wateya destdirêjiya li nanê gel. Cihê vê yekê di nava mirovahiyê de jî nîne."

Namzetê HDP'ê Ahmet Îmre got, "Berî 5 salan bi rengekî vekirî dihate dîtin ku dema şaredarî di destê AKP'ê de bû xizmet ji gel re nedihat kirin. Me ji sifirê dest pê kir û xizmet bir ji gelê xwe re. Ji bo em careke din vê xizmetê bikin, em tên. Gel wê bi deng û daxwazên xwe hêrsa xwe ya li dijî qeyûman nîşan bide. Em ji xwe bawer in ku vê carê em ê bi rêjeya zêdeyî 80 ji sedî bi ser bikevin. Serketin wê ya gelê me be û şaredarî wê ji nû ve ji aliyê gel ve bê birêvebirin."