ÎHD û TÎHV: AKP û DMME'yê li Roboskiyê êş kûrtir kirin

Şaxên ÎHD û TÎHV’ê yên Amedê bang kirin ku di warê Qetlîama Roboskiyê de divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne. Saziyan nerazîbûn nîşanî DMME’yê dan.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Amedê û nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi wesîleya salvegera 7’emîn a Roboskiyê li avahiya ÎHD’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê 34 cangoriyên Qetlîama Roboskiyê bi bîr anî. Yalçin diyar kir ku ew ê her dem bi malbatên Roboskiyê re bin.

Yalçin bal kişand ser lêpirsînali ser qetlîamê û got ku, “Malbatên Roboskiyê di 18’ê Tîrmeha 2014’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn û dadgehê ev serlêdan red kiribû. Ji ber ku rêyên hiqûqa navxweyî qediyan, malbatan doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME). Di 17’ê Gulanê de bi biryara redkirinê ya DMME’yê re êş kûrtir bû. Vê biryara DMME’yê bi kêrî Tirkiyeyê hat. Vê biryara DMME’yê ya ku li dijî prensîbên wê ye, êşa malbatên Roboskiyê kûrtir kiriye.”

Yalçin diyar kir ku divê ev doz wekî sûcekî ku li dijî mirovayetiyê be, were nirxandin û ji bo ku heqîqet derkeve holê divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.