ÎHD Mêrdîn: Rewşa Yildirim ê 98 ji sedî astengdar e, nebaş dibe!

Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê ragihand, rewşa tenduristiyê ya Serdal Yildirim ku 98 ji sedî astengdar e, nebaş dibe û xwest tavilê bê berdan.

Şaxê Mêrdînê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser rewşa girtiyê nexweş Serdal Yildirim daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Serdal Yildirim ê li navçeya Qoser a Mêrdînê sala 2011'an ji ber qezaya trafîkê 98 ji sedî astengdar bû, sala 2015'an li ser îxbarekê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatiye girtin.

ÎHD'ê ragihand, Yildirim dema ku hate girtin 28 salî bû û ji ber ku felç bû nekarîbû bi tena serê xwe bijî. Di daxuyaniyê de hate gotin, li ser îtiraza parêzerên ÎHD'ê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Mêrdînê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Yildirim berda, lê belê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, piştî ku Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind cezayê li Yildirim hate birîn pejirand, Yildirim sala 2018'an hate girtin û li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Mêrdînê hate bicihkirin û niha jî li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê (Rehabîlîtasyonê) ye.

Di daxuyaniya ÎHD'ê de hate diyarkirin, Yildirim nikare gelek fonksiyonên bedena xwe bi kar bîne û li gorî raporan 98 ji sedî bedena Yildirim astengdar e.

ÎHD'ê da xuyakirin, rewşa tenduristiyê ya Yildirim her nebaş dibe û xwest, Serdal Yildirim tavilê bê berdan.