ÎHD'ê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan aşkere kir

Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an a Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anatoliyayê" bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Li gorî raporê bi hezaran binpêkirinên mafan ên mirovan qewimîne.


Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê "Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an a Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anatoliyayê" bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Civîn li eywana avahiya ÎHD'ê pêk hat û Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytûn û rêveberên ÎHD'ê beşdar bûn. 
 
Beriya eşkerkirina raporê Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray Saman daxuyaniyek da. 
Samat di daxuyaniyê de got, " Sala 2020'î li herêma me di atmosfera bi pevçûn de, 43 erkdarên ewlekariyê canê xwe ji dest dane û 30 jê jî birîndar bûne. 218 mîlitanên rêxistinê canê xwe ji dest daye. Sivîlek ku di nav pevçûnê de maye jî canê xwe ji dest daye. Di dema êrîşên hatine kirin li dijî yekeyê ewlekariyê jî 15 welatiyên sivîl canê xwe ji dest daye. Sala 2020'î ku pêvajoya pandemiyê dest pê bû bandora wê ya kujende pir zêde bû, kirina bin pêyan a azadî û ewlehiya kesan, destwerdan li dijî mafê civîn û xwenîşandanê, êşkence - miemeleya xerab, kirina bin pêyan a mafê xwe gihandina xizmeta tenduristiyê bê navber, bi lez û bez berdewam bûn. Dema destgîrkirinê û li cihên ji derveyî bin çavan kirinên neinsanî yên wek êrîşa zayendî hatine kirin, rûmeta miro nehatiye hesab kirin. Qet nebe 109 welatî di yekeyên destgîrkirinê kirinê de, girtina bi ser malan de, li kuçeyan, di girtîgehan de duçarê êşkence û miemeleya xerab mae. Di rapora me de, ew ê bê dîtin ku zêde bûyîna binpê kirinê di girtîgehan de bi berbiçavî berdewam e. Di encama kirinên rêvebiriyê de di serî de sirgûn êşkence, di gelek waran de binpêkirin çêdibin. Sala 2020'î bêyî hincet qet nebe 496 girtiyên polîtîk ji helwestên xwe berpirsiyar hatine dîtin  û sirgûn girtîgehên li bajarên dûrê malbatên xwe hatine kirin. Li gor daneyên Lîsta Sala 2020'î ya Girtiyên Nexweş ên Giran û Girtiyên Nexweş ên Navenda Giştî ya Komala Mafê Mirovan, di girtîgehên li Tirkiyeyê hê jî 604 jê giran 1605 nexweş hene. ''
 
Saman bal kişande ser biryara DMME'yê ya li ser Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û got,''Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê tespît kiriye ku Demirtaş piştî serkeftinên HDP'ê yên di dema çareseriyê de û serkeftina  xezîrana sala 2015'an  bûye hedefa Erdogan û desthilatê. Diyar kiriye ku girtina Demirtaş ne ji ber egerên huqûqî lê ji ber ên siyasî ye. Gihîştiye wê qenaetê ku armanca desthilatê bi desteser kirina Demirtaşî ji kampanyayên hilbijartina serokkomariyê tepisandina pirrengîyê û sînordar kirina minaqeşeyên bi serbestî ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê gihîştiye wê encamê ku mehrûm bûyîna ji azadiya xwe ya hevşaredaran û parlamenterên serdema berê bi biryarên kêfî û neheqî li diî peymanên navneteweyî ye. Welatên ku ev peyman îmze kiribin divê bi biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bikin. ''
 

Saman bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirina mafan ên li girtîgehan, grêva birçîbûnê û got, ''Zêde bûyîna êşkenceya di girtîgehan de, tecrîd û binpê kirina mafên din jî vê yekê nîşan didin. Girtiyên ku ji aliyê pergala înfazê ve di heman kategoriyê de ne jî rû bi rûyê heman sererastkirinên yasayî  û kirinên kêfî dibin. Ji ber van kirinên kêfî û neyasayî greva birçî bûyînê ya girtiyan dest pê kiriye cardin ketiye rojevê. Em ji tecrûbeyên berê dizanin ku ev çalakî di serî de mafê jiyanê, xwedî rîskên  cidî ye. 
 
Greva birçî bûyînê ya bêdem û ne dorveger ku di girtîgehên li Tirkeyê di 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê bûn di 11'ê Sibata sala 2021'î de ket roja xwe ya 77'an. Çalakîvan dixwazin ku dawî li binpê kirinên di girtîgehên li Tirkiyeyê were, şertên înfazê yên giran bûne werin sererastkirin û dawî li tecrîda girankirî ya demeke dirêj e berdewam e li Girtîgeha İmraliyê were anîn, malbat û parêzer  hev û din bibînin.

Kirinên nehuqûqî û neinsanî yên li Girtîgeha İmralıyê berdewam in. Pergala mehrûm hiştina ji mafên xwe ya Rêzdar û Abdullah Öcalan û girtiyên di wê girtîgehê de bi ji xeynî dîtineke hev û din a malbatî û axaftineke bi rêya telefonê di demajoya pandemiyê de; bê navbir û bi esehî berdewam bûye. Em dixwazin balê ser têkiliya bi pêvajoya bi pevçûna a telafî kirina wê dijwar e. Bi Ocalan ê ku di çareser kirina pirsgirêka Kurd e aktorekî sereke ye re divê şertên anîna bi cih a erka xwe werin bi cih anîn û demildest dawî li tecrîda girankirî were anîn. ''
 

Piştî daxuyaniyê Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren jî bîlançoya "Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2020'an" a bajêrên herêm xwend.
 
Hûrguliyên raporê wiha ne:
 
"Derbarê binpêkirina mafê mirovan de; 
 
Kuştina bi kêfî, binpêkirina mafan a rayeya bikaranîna çekê ya jî bi hinceta jê re hatiye gotin ku bisekine le nesekiniye; 
 
* Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve 5 kes hatine kuştin, 10 kes jî birîndar bûne. 
 
* Di girtîgehan de 7 kesan jiyane xwe ji dest daye. 
 
* Mirina 6 leşker û polîsan bi angaşta ku wan xwe bi xwe kuştiye bi guman e. 
 
* Di sala 2020'î de rêvebirekî partiya siyasî ji ber êrişê jiyane xwe ji dest da, revebirekî partiya siyasî birîndar bû. 3 rojnamevan û 3 erkdarên tenduristiyê ji ber êrişên rûbirû birîndar bûn.
 
* Li bajarên li herêmê di êrişên bi çek ên hatine kirin de; 43 ewlehîkar jiyane xwe ji dest dane, 30 jê jî birîndar bûne. 218 mîlîtanên rêxistina bi çek jiyane xwe ji dest dane. Sivîlek ku di nav pevçûnê de maye jî jiyane xwe ji dest daye. 
 
* Ji ber çalakiyên rêxistina bi çek 15 kes jiyane xwe ji dest daye, 23 kes jî birîndar bûne. 
 
* 8 kes, ji aliyê mîlîtanên rêxistina bi çek ve hatine kuştin. 
 
* Li ser xetên sînoran 4 kesên bera wan hatiye dayîn jiyane xwe ji dest daye. 13 kes jî ji ber sermayê qerisîne. 
 
* Bi teqîna mayinan zarokek jiyane xwe ji dest daye, 2 zarok û 2 mêr jî birîndar bûne. 
 
* 8 zarok, 37 jin û 10 mêr tev tevî hev, mirina 55 kesan bi şik û guman hatiye dîtin. 
 
Binpêkirinên mafê mirovan di atmosera bi pevçûn de ev in; 
 
* 4 bajar û 13 navçeyên li ser van bajaran û bi dehan deverên di sînorê van navçeyan de, 10 caran wek deverên bi ewlehiya taybet hatin ragihandin. Li hin deveran ragihandi bi periyodîk hatin dirêjkirin. 
 
* Li navendên 3 bajaran û 96 tax/gund û gundikên 8 navçeyên girêdayê van bajaran 13 caran kirina qedexe derketina ji derve hat ragihandin.  
 
* Cenazeyê mîlîtaneke/î rêxistinê, bi rêya PTT'ê ji bo malbatê hat rêkirin. 
 
* Gor û goristanên mîlîtanên rêxistinê, qet nebe 8 caran hatin rûxandin. 
 
* Goreka bi komî ya hat payîn ku aîdê 40 kesan e hat dîtin. 
 
Binpêkirinên mafê jiyanê yên jinan;
 
* 38 jinan xwe kuşt, 4 jin jî ketin hewla kuştina xwe. 34 jinan ji ber tundûtujiya di nav malê de jiyane xwe ji dest da, 33 jin jî ji ber tundûtûjiya rû bi rû man birîndar bûn. Li 3 jinan rû bi rûyê destdirêjiya zayendî bûn. 17 jin ji ber tundûtûjiya di nav jiyana civakî de rû bi rû man jiyana xwe ji dest dan. 12 jin jî birîndar bûn ji ber êrîşa rû bi rû man. 17 jin rû bi rûyê destdirêjiya zayendî bûn, zor li jinekê hat kirin ku fuhûşê bike. 
 
Binpêkirinên mafê jiyanê yên zarokan;
 
* 4 zarokan xwe kuşt, zarokek ket hewla kuştina xwe. Zarokek ji ber tundûtûjiya di nav malê da jiyane xwe ji dest da. 7 zarok birîndar bûn ji ber tundûtûjiyê. 2 zarok bi zayendî hatin îstismar kirin. 3 zarok ji ber tundûtûjiya di nav jiyana civakî de rû bi rû man jiyane xwe ji dest dan. 2 zarok rû bi rûyê tundûtûjiyê bûn li dibistanê. 5 zarok birîndar bûn. 217 zarok duçarê îstismara zayendî man. 
 
Binpêkirinên mafan ê bi rêya îşkenceyê hatine kirin;
 
* Qet nebe 12 kes di nezaretan de rû bi rûyê êşkence û miemeleya xerab bûn. 97 kes li cihê derveyê nezaretan (kuçe- girtina bi ser malan de) rû bi rûyê êşkence û miemeleya xerab bûn. 
 
* 54 girtî, di girtîgehan de rû bi rûyê êşkence û miemeleya xerab bûn. 
 
* Hêzên ewlekarîyê li 13 kesan sixurî ferz kir, gef li 18 kesan xwarin. 
 
Binpêkirina mafan derbarê azadî û ewlehiya kesan de;
 
*16 jê zarok 1550 kes binçavî bûn.
 
* 2 jê zarok 310 kes hatin girtin. 
 
* Cezayê mayîna di malê de hat dayîn ji bo 22 kesan.
 
* Bi ser 1345 mal/kargehan de hat girtin. 
 
Binpêkirinên mafan derbarê serbestiya fikr, îfade û bi rêxistin bûyînê de, ji ber fikr û ramanên xwe;
 
* Di 29 dosyeyên lêpirsînê de lêpirsîn hat kirin di der barê 183 kesan de.
 
* Di 17 dosyeyên dozan de doz hatin kirin li 119 kesan. 
 
* Ji 53 dosyeyan cezayê girtîgehan ên cur bi cur û yê pere hat dayîn ji bo 230 kesên di nav de siyasetmedar, rojnamevan û kedkar gel jî hebûn.
 
* 9 avahiyen partiyên siyasî, 2 komal û 3 avahiyên şaredariyê rû bi rûyê êrîş an jî girtina bi ser de bûn. Deriyê Kongreya Civaka Demokratîk ku pêkhateyeke siyasî ye bi talîmata dozgeriyê hat muhr kirin, kirinên partiyeke siyasî (Partiya Demokrat a Kurd) hatin rawestandin.  
 
* Hêzên ewlekariyê dest di 19 xwenîşandan ya jî civînên ji derve de werda. 
 
* Civîn ya jî xwenîşandan, li hin bajaran bê qewil, li hinan jî ji 15 rojan carekê ya jî bi nû kirina bi her mehê hatin qedexe kirin. Sala 2020'î 72 caran biryara qedexe kirinê hat ragihandin. 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan; 
 
* 496 girtî bêyî hincet hatin sirgûn/sewq kirin. 
 
*69 girtî duçarê kirina bin pêyan a mafê tenduristiyê hatin. 
 
* Qet nebe 15 girtî duçarê tecrîd û îzolasyonê hatin. 
 
* Qet nebe di der barê 4 girtiyan de dest bi lêpirsînê hat kirin. 
 
Binpêkirinên mafan ên derbarê mafê aboriyî û civakî de;
 
* Di qezayên kar ên ji ber şertên bêewlehî bûn de; 18 karkiran jiyane xwe ji dest da,  2 karkir birîndar bûn. 418 karkir ji kar hatin avêtin. 46 kes ji erka xwe hatin kirin û 42 kes îxraç bûn. 3 xebatkarên gel hatin sirgûn kirin. 
 
* Erkdarkirina qeyûman ji bo şaredariyên HDP'ê berdewam bû. Sala 2020'î qeyûm ji bo 4 bajar, 8 navçe û bajarokan hatin erkdar kirin. Qeyûm hatin erkdar kirin di cihê 3 endamên Meclîsa Şaredariyê de, 21 endamên Meclîsa Şaredariyê û 10 endamên Meclîsa Bajêr ji erka xwe hatin kirin."