ÎHD’a Amedê aqûbeta Balyecî pirs kir

Malbatên windahiyan û Şaxa ÎHD’a Amedê, aqûbeta Fexrî Balyecî ku di sala 1996’an de dema destgîrkirî hatibû windakirin, pirs kirin.

Komeleya Mafê Mirovan ya şaxa Amedê (ÎHD) û malbatên windahiyan, çalakiyên xwe yên bi dirûşma, “Winda bên dîtin, faîl bên darizandin” didin domandin di hefteya 651’an de li ser onlînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya vê hefteyê de cih dan çîroka Fexrî Balyecî yê ku di sala 1996’an de li Amedê derdora sûka sebzeyan hate destgîrkirin, lê carek din qet jê agahî nehate girtin, pirsîn. Çîroka Balyecî ji aliyê endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim ve hate vegotin.

ÇÎROKA BALYECÎ

Yildirim di vegotina xwe de anî ziman ku Balyecî yê zewicî ye û bavê 5 zarokan li navçeya Hezro Amedê dijiya. Yildirim anî ziman ku Ji ber birayê wî yê tevlî PKK’ê bûyî, ji aliyê Fermandariya Cendirme ya Hezroyê ve her tim zext didît. Yildirim wiha doman: “ Balyecî, di sala 1994’an de ji ber heman sedemê 45 rojan hate destgîrkirin, pişt re hate girtin û 19’mehan li girtîgehê ma. Dema Balyecî ji girtîgehê derketî hetanî demek dirêj jî di bin şopa cendirmeyan de bû.” Yildirim, da zanîn ku Balyecî, li derdora sûka sebzeyan a navçeya Yenîşehîr a Amedê hate destgîrkirin û wiha behsa pêvajoya windakirina Balyecî kir: “Roja piştre malbata wî dest bi lêgerîna Fexrî kir û hînbûn ku li derdora sûka sebzeyan hatiye destgîrkirin. Wê demê ji ber tirsa windakirinê, şahidê ku nexwest navê xwe bide got: ‘Min, Fexrî li JÎTEM’a Amedê dîtiye, çavên wî hinek caran girtî hinek caran vekirî li ser lingan dihate hiştin û êşkence lê dikirin.’

Bi bawerkirina ku Fexrî destgîrkirî ye, malbata wî aqûbeta wî ji Qaymaqamtiya Hezroyê, Dozgeriyê, Fermandariya Cendirmeyan û Dozgeriya Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê pirsîn. Lê encax ji tu saziyan agahî wernegirtin. Li ser vê birayê mezin yê Fexrî, di 1 Mijdara 1999’an de serladana ÎHD’ê kir.”

Yildirim herî dawî ev got: “Dema di Çileya 2012’an de li derdora herêma Îçkale ya Sûr a Amedê ku wek navenda JÎTEM’ê tê zanîn xebata kolandinê hate destpêkirin, di vê kolandinê de hestiyên mirovan hatibû dîtin, li ser vê malbata Balyecî, dîsa serî li ÎHD’ê da û daxwaza testa DNA’yê kir. Ji 26 Îlona 1996’an hetanî niha agahî ji Fexrî Balyecî nayê girtin.”