ÎHD: Êriş li dijî nasnameya Kurd e

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî êrişên nijadperestî yên li Konya, Semsûr û Enqereyê li dijî Kurdan hate kirin daxuyaniyek da û got, "Êriş li dijî nasnameya Kurd e."

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê li ser zêdebûna êrişên nijadperestiyê daxuyaniyek da û bi taybetî bal kişand ser êrişên li Konya, Semsûr û Enqereyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev êriş sûcên nefretê ne, ku bi cihêkarî û nijadperestiyê, bi tundî êrişê dibin ser jiyana Kurdan. Ev êriş êrişa li dijî nasnameya Kurd e."

Di daxuyaniyê de êrişa 16'ê Kanûna 2018'an li Sakaryayê hate kirin, hate bibîrxistin ku Kadîr Sakçi ji ber bi Kurdî axivî ji aliyê nijadperestan ve hate qetilkirin û kurê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî birîndar bû.

Şaxê Amedê yê ÎHD'ê ragihand ku li Sakaryayê di êrişeke din a nijadperestî de Şîrîn Tosûn jiyana xwe ji dest da û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê da.

ÎHD'ê bi bîr xist, di lêpirsîna têkildarî êrişa dijî malbateke Mêrdînî ya karkerên çandiniyê de, biryara neşopandina kiryaran hate dayin û got, "Meha derbasbûyî li Îzmîrê di êrişa ser Rêxistina HDP'ê ya Bajêr de Denîz Poyraz hate qetilkirin. Em dibînin ku gotin û nêzîkatiyên cihêkar tekane nîne, ji mînakên dawî tê dîtin ku êrişên li dijî jiyanê ne. Divê were destnîşankirin ku ev êriş encama gotinên cihêkar û bêcezahiştinê ye."

Li gorî daxuyaniyê, sala 2020'î tenê li gorî tespîtên ÎHD'ê 14 êrişên nijadperestî hatin kirin û 3 jê zarokên Sûriyeyî 7 kes hatin qetilkirin.

ÎHD'ê herî dawî sersaxî ji malbata Hakîm Dal re xwest û got, "Divê dest ji êriş û polîtîkayên ji sûcê nefretê bê berdan, dawî li bêcezahiştina kiryaran bê anîn û lêpirsînên xurt li hemberî êrişan bêne meşandin."