Êzîdiyên Efrînê: Bi têkoşîna me rojên tarî wê ronî bibin

Êzîdiyên ji Efrînê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker çi bike bila bike wê têkoşîna xwe bidomînîn, heya xaka xwe rizgar bikin û vegerin ser xaka xwe ya azad. 

Êzidiyên Efrînî bi wesîlaya Newrozê ji ANF’ê re axivîn û gotin heta xaka xwe ji dagirkeriya Tirk rizgar nekin wê têkoşîna xwe bidomînin. Êzidiyên ku ji ber dagirkeriya Tirk a Efrînê neçar mayî berê xwe bidin herêma Şehbayê cejna Newrozê pîroz kirin. Xwecihên Efrînê gotin, “Em dikevin cejna Newroza 2019’an û weke tê zanîn, roja 21’ê Adarê roja azadiya gelan e. Lê di dîroka Kurdan de Meha Adarê, bi qasî destanên lehengiyê bi bûyerên dilêş jî tijî ye. Komkujiya Helebçe, Serhildana Qamişlo û dagirkirina Efrînê çend heb ji van mînakên dilsoz in.”

QSD’Ê HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRIYÊ JI ÇETEYAN RIZGAR KIR. BILA NIHA BERÊ XWE BIDE EFRÎNÊ

Endama Yekîtiya Ezîdiyan Eyşe Sîdo, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedanên grevên birçîbûnê silav kirin û got, “Berê ji bo gelê Kurd meha Adarê, meheke şahiyê bû. Lê dagirkeran ev meh bi komkujî, êriş û qirkirinên xwe kirin meheke reş. Gelek bûyerên bi êş me di vê mehê de hatin serê me. Helepçe, Serhildana Qamişlo û herî dawiyê dagirkirina Efrînê çend heb ji van in.” 

Sîdo, bang li QSD’ê kir ku ji bo rizgariya Efrînê bikeve nav tevgerê û wiha pêde çû, “Ne tenê dewleta Tirk êrîşî me kir; destê hemû dewletan di vê êrîşê de hebû. Lewre hemû dewlet ji ber hovîtiya dewleta Tirk bêdeng man. Di dawiyê de banga me li QSD’ê heye ku hemû pêkhateyên Sûriyê ji terora DAİŞ’ê xelas kirin, niha bila berê xwe bidin herêma Efrînê, wê rizgar bike.”

KÊ SÎNORÊ ME DERBAS BIKE, WÊ LI HEMBERÎ XWE ME BIBÎNE

Jina êzidî Henen Nasro jî diyar kir ku ew ê ji bo azadiyê li benda tu kesî nemînin û wê gelê Kurd xwedî nirx û xaka xwe derbikeve û wiha domand, “Me ti carî êrişên tu kesî nekiriye. Lê ger ku kesek sînorê me derbas bike, em ê jî bi hemû hêza xwe ve li hemberîî wan bisekinin. Êrê, dibe ku laşê me li Şehbayê ye, lê rihê me li Efrînê ye.” 

DEWLETA TIRK BI DARÊ ZORÊ ÊZİDİYAN DERDIXE TELEVÎZYONÊ Û DIDE AXAFTIN

Esed Marko jî êzîdiyên ji gundê Feqîra yê girêdayî Efrînê dibêje “Me 58 rojan berxwedaneke mezin raber kir. Me bi fikr û felsefeya Rêber APO û bi hêza YPG-YPJ’ê li ber xwe da. Niha jî em penaberin û li herema Şehba dimînin. Lê me li vir jî dev ji berxwedana xwe bernedaye. Bila Erdogan baş bizanibe ku gelê Efrînê yê ku niha li Şehbayê dimîne, ji bo rizgarkirina Efrînê mane.”

Marko li ser rewşa Êzîdiyên ku li Efrînê mane jî axivî û diyar kir ku ew li wir di bin zextên pir giran de dijîn û wiha domand; “Di van demên dawiyê de televîzyonên Tirkan hin dîmanên derewîn derxistin ku qaşo gelê Êzidî yê li Efrîn mane, pir kêfxweş û rehet e. Qaşo karê xwe berdewam dikin û pir hêsan diçin navendên xwe yên olî. Lê bila gelê me baş bizanibe ku ev hemû derew in. Ew bi darê zorê wan Êzidiyan derdixin ser televîzyonan û wan didin axaftin. Em pir baş dizanin ku cihên olî yên Ezidiyan giştî hatine rûxandin. Her wiha ola îslamê li ser Êzidiyan tê ferz kirin û Êzidî bi zorê dibin mizgeftan.”

EM Ê LI HEMBERÎÎ TI KESÎ SERÎ NETEWÎNIN

Endama Yekitiya Êzidiyan Gulê Cafer jî diyar kir ku meha Adarê di dîroka gelê Kurd de xwedî wateyeke gelek girîng e û wiha domand, “Dijminê me yê hov jî pir baş dizane ku meha Adarê ji bo gelê Kurd, meha azadî û kêfxweşiyê ye. Ji ber vê jî ti car nahêle ku gelê me vê bi têr û tijî bijî. Gelek bûyerên pir bi êş di vê mehê de hatine serê gelê me. Weke salek berê dijminê dagirker hemû hovitiya xwe bi serê gelê me de anî. Gel li hemberîî van êrîşan berxwedaneke pir mezin raber kir û berdêlin mezin jî dan. Dîsa li hemberî van êrişên dewleta Tirk a dagirker, hemû cîhan jî ker, kor û lal ma. Ji ber vê jî em neçar man ku ji warê xwe derketin û niha em berxwedaniya xwe wek ‘Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê’ li Şehbayê didomînin. Em ê tu carî dev ji berxwedana xwe bernedin. Niha li şehba em, ber bi rojeke girîng, 21’ê Adarê ku ji bo hemû gelên azadîxwaz tê wateya azadiyê ve diçin. Em li vir ji dijminê xwe yê dagirker re jî dibêjin ku em ê ti carî dev ji berxwedana xwe bernedin û em ê li ber ti kesî serî netewînin.”