Êşkenceya polîsan a li dijî zarokên Nisêbînê hate protestokirin

Li Mêrdînê baro, ÎHD, TMMOB û KESK’ê êşkenceya polîsan a li dijî zarokên Nisêbînê şermezar kirin.

Li Mêrdînê ÎHD, TMMOB, KESK û baroyê, di derbarê êşkenceya polîsan a li dijî zarokên li kolanên Nisêbînê dileyîstin daxuyaniyek dan.

Nivîskarê Giştî yê Egîtîm Senê Velat Kaya yê di civîna li avahiya KESK’ê de axivî wiha got: “Daxuyaniya ku Walî dayî li ser buyerê re digre û dinixumine. Em dizanîn ku sabiqeyên dewletê ne paqijin. Em vê yekê ji Ugur Kaymazan heta Berkîn Elvanan û ji Ceylan Onkolan dizanîn. Gelek kesên din bi vî rengî hatine kuştin. Em dibînin ku kujer têne xelat kirin. Em ê şopdarê vê yekê bin.”

‘BANDOREK TRAVMATÎK AFIRANDIN’

Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Nisêbînê Yakup Taşçî daxuyaniya hevpar xwand û got: “Bi şêweyek travmatîk bandor kirin û li pey zarokan ketin, gule berdana hewa, zarokan bi çekan tirsandin. Her wekû ev têrê neke zorokê xwe avêtî erdê bi destê wî re girtin û kaşkirina heta wesayîta zirxî, ev nayê pejirandin.”