‘Êşkence zêde bû, girtîgeh tije bûn!’
Rêxistinên civaka sivîl a Amedê got bi Rewşa Awarte re li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê êşkence zêde bûye, girtîgeh tije bûne.
Rêxistinên civaka sivîl a Amedê got bi Rewşa Awarte re li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê êşkence zêde bûye, girtîgeh tije bûne.
ÎHD, TÎHV, Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Insîyatîva Mafan û Baroya Amedê derbarê Roja Hevgirtina Kesên ku Têne Êşkencekirin a Neteweyên Yekbûyî li navçeya navend Yenîşehîrê, li avahiya TÎHV’ê daxuyaniya çapemeniyê dan.
ÊŞKENCE Û TEHDE ZÊDE BÛYE
Endama Weqfa Mafê Mirovan a TirkiyÊ (TÎHV) Elîf Tûran got bi 20’ê Tîrmeha 2016’an ragihandina Rewşa Awarte re ji bilî mafên sereke û azadiyan mafên herî gewherî jî hatine binpêkirin. Turan got li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê êşkence û tehde pir zêde bûne.
JI 2 MILYONAN KES JÊ HÎKAR BÛN
Tûran got 616 kesan serlêdan li TÎHV’ê kirine ku êşkence û tehde li wan hatiye kirin û van demên dawî asta kesên êşkence û tehde li wan tê kirin pir zêde bûye. Tûran her wiha bal kişande ser ‘qedexeya derketina derve’ û got di navbeyna 16’ê Tebaxa 2015-1’ê Hezîran 2018’an e 1 milyon û 809 hezar kes jê hîkar bûne.
GIRTÎGEH TIJE BÛNE
Tûran got li gorî raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 2017’an 133 jê zarok 5 hezar û 268 kesan êşkence dîtine. Tûran got, ‘’Di dema Rewşa Awarte de xwendekar, siyasetmedar hatine girtin, rêjeya tijîbûnê ya girtîgehan tije bûye. Li gorî daneyên Wezareta Dadê 2005’an hijmara girtî û cezaxwariyan 55 hezar û 870 hezar kes bûne lê ji Kanûna 2017’an ve ev bûye 232 hezar û 179 kes. Ji Nîsana 2018’an ve 467 hezar û 673 kes bi çarçoweya serbestiya kontrolkirî hatin berdan û ev jî atmosfera giştî nîşan dide.’’
HEZAR Û 154 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE
Tûran her wiha bal kişande ser hijmara girtiyên nexweş û got, ‘’’Ji Adara 2018’an ve 40 jê bi giranî, 154 girtî û cezaxwariyên nexweş hene.''
SERÎ LI ÎHD’Ê Û TÎHV’Ê BIDIN
Tûran got divê demildest Rewşa Awarte rabe û got, ew ê hevgirtina bi wan kesan re ku êşkence dîtine bidomînin û bang kir, kesên ku êşkence û tehdeyê dibînin bila serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê bidin.