Êşkence li çalakgerên greva birçîbûnê yên destgîrkirî hate kirin

25 jinên li Amedê di dema greva birçîbûnê de hefteya derbasîbûyî hatin destgîrkirin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Çalakgeran gotin, hem êşkenceya fîzîkî hem jî ya psîkolojîk li wan hatiye kirin.

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 10'ê Kanûnê li avahiya HDP'ê ya bajarê Amedê bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Jinên Azad greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dest pê kiribû.

Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de 25 jin bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatibûn destgîrkirin. Jinên hatin destgîrkirin li emniyetê jî greva xwe ya birçîbûnê dewam kirin.

Eşkere bû ku polîsan şîdeta psîkolojîk li jinên di grevê de bûn kirine û ji bo grevê biqedînin li ber deriyê hucreyên wan xwarin çêkirine.

TUNDIYA DEVKÎ Û FÎZÎKÎ YA POLÎSAN A LI DIJÎ JINAN

Yek ji kesên hatin destgîrkirin Gulîstan Ektî ya HDP'yî ye. Ektî qala wê wextê kir û diyar kir, hem tundiya fîzîkî hem jî ya psîkolojîk li wan hate kirin.

Ektî anî ziman ku li dijî jinên 70-80 salî nêzîkatiyên hovane hatin nîşandan û got, "Dayik bi pîxwasî bi erdê re hatin kaşkirin. Polîsan bi rengekî ne însanî dest werdan. Heta ku em birin emniyetê, di rê de jî tundiya devkî û psîkolojîk li me kirin. Henekê xwe bi dayikan re dikirin û digotin, 'madem hûn extiyar in, biçin li mala xwe rûnên'. Dema em birin nexweşxaneyê jî doktor şandin cem me û bi gotina 'tiştekî we heye, yan na?' qaşo kontrola tenduristiyê kirin. Bêguman wê wextê jî dest û lingên me werimî bûn. Di vê derbarê de jî sivikatî dikirin û digotin, 'dibe ku we bi xwe ev yek kiribin'."

AV JÎ NEDAN

Ektî anî ziman, li emniyetê rûyê wan dan dîwêr, bi vî rengî li ser piyan hiştin û got, "Timî gef li me dixwazin ku divê em neaxivin û eger biaxifin wê me bixin hucreyê. Dema ku me ji wan re digot ku divê biçin lavaboyê, li me ferz dikirin ku divê em bi dengekî bilind vê yekê di nava her kesî de bêjin. Bêguman me ti ji van qebûl nekir. Ji xwe em li her hucreyê 5-6 kes hebûn. Destpêkê av dan me, piştî ku av qediya careke din av nedan. Digotin ku şûşeya destpêkê ya plastîk daye wan, bi ava li tiwaletê dagirin. Gotinên sivik ên weke 'ji xwe hûn di greva birçîbûnê de ne, avê venexwin' li hemberî me bi kar dianîn."

XWESTIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIŞIKÎNIN

Ektî anî ziman, polîs timî li ser xwarinê bi dengekî bilind diaxivîn û got, "Deriyên hucreyan vekirin. Digotin, 'gelo em xwarina xwe bi vî rengî çêbikin, ya jî wekî din'. Roja dawî sifre li ber me danîn. Pîvaz sor kirin, bi zanebûn. Gotin, 'Fermo, hûn mêvanê me ne, werin bixwin'. Bêguman ji bo greva xwe bidomînin, me ji destpêkê ve îradeya xwe parastin. Dema em birin gel dozger û doktor jî bi heman rêbazî nêzîk dibûn. Digotin, 'bikevin bin piyê wan, bila nekevin û necehimin'. Li dijî van nêzîkatiyan me heta dawî li ber xwe dan. Ji niha û pê ve jî ji bo aştî li vî welatî bi cih bibe, em ê berxwedana xwe bidomînin."