Êşa me giran e, hêrsa me mezintir e!

Dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Êzidiyan, ya li Kurdan zêde dibe. Ji bo Kurdan qir bike bi her awayî êriş dike. Yên li ber qirkirinê radibin jî vê peyamê didin: Her ku êşa me giran dibe, hêrsa me jî pê re mezin dibe.

Dijminatiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li Êzidiyan ya li Kurdan naqede. Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk doh li sûka Şengalê êriş birin ser wesayiteke YBŞ'ê. Di êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda şehîd bûn. Jinên Êzidî bedenên şehîdan hildan ser milan û gotin, "Rêya şehîdan rêya me ye. Êriş nikarin bi me, berevajî, hêrsa me ya li dijî dijmin mezintir dike."

Ji êrişên dewleta Tirk ên 23'ê Nîsanê û vir ve ku bi piştgiriya NATO'yê dike, balafirên bêmirov ên biçek li ser Şengalê digerin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser sivîlan, zarokên civaka Êzidî.

Bi tifaqa 9'ê Cotmehê re komplo û êrişên li ser Şengalê zêde bûn. Hikumeta Kazimî jî di nava vê tifaqê de cih digire ku dewama fermanê ye.

Civaka Êzidî ji 9'ê Cotmehê dema ragihandina tifaqa li dijî Şengalê û vir ve li ser piyan e. Di her çalakiyên Êzidiyan de welê li hêzên Iraqê hatiye ku herî zêde ji jinan ditirsin. Bi heyetên ku hikumeta Kazimî şand Şengalê, her wiha bi heyetê nŞengalê yên li Bexdayê hatin pêşwazîkirin, hevdîtinên berfireh dest pê kirin.

Hevdîtin û danûstandin bi giranî li ser mijarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Jinê û Hêzên Parastina Şengalê bûn. Kazimî yekser bi xwe tevlî hevdîtinan nebû, lê belê gelek kesên nêzî xwe şand Şengalê.

Her wiha Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê jî ku çavdêrê peymana 9'ê Cotmehê ye û peyman pejirandiye, tevlî hevdîtinên li Şengalê bû. Bi dehan hevdîtin hatin kirin, lê rewş neguherî. Civaka Êzidî dest ji têkoşîna xwe, dest ji îradeya xwe berneda û li ber peymana dewama fermanê rabû.

BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN DEWLETA TIRK ÊRIŞ KIRIN

Hevdîtinên ku encam jê derneketin û hilbijartinên ku tê payin li Iraqê bên kirin, Kazimî bi xwe xiste nava liv û tevgerê. Li ser vê yekê di asta Serokwezîrtiya Iraqê de yekemcar Kazimî serdana Şengalê kir. Kazimî li ser qenalên xwe ragihandibû ku wê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û YBŞ'ê re li Şengalê hevdîtinê bike. Xelkê Şengalê ku bihîst wê Kazimî bê, ji bo daxwazên xwe yekser ji Kazimî re ragihîne berê xwe da navenda Şengalê.

Hîn gel negihîşt navenda Şengalê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a faşîst êriş kir. Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen ku di heman demê de Berpirsyarê Dîplomasiyê yê YBŞ'ê bû, bû hedefa êrişê. Di encamê de fermandarê YBŞ'ê Hesen, biraziyê wî û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn, 3 sivîl jî birîndar bûn.

HÊRSA ME MEZIN DIBE

Xelkê xwe gihand cihê bûyerê, bi taybetî jî dayikan parçeyên bedena fermandarên xwe kom kirin û gotin, "Kazimî komployek anî serê me Êzidiyan. Bi rengekî bêrûmet nêzîkî me bû. Aigr berda dilê me dayikan lê belê bila Kazimî û hikumeta wî jî baş zanibin ku her ku êşa me giran dibe, hêrsa me jî mezin dibe."

Cenazeyên şehîdan bi konvoyeke ji sedan wesayitî destpêkê birin mala malbatên wan, piştre jî li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş ji bo şehîdan merasîmeke bi heybet hate lidarxistin.

Fermandar Şehîd Seîd Hesen gotibû, "Eger ez şehîd bikevim, min li kêleka Mam Zekî veşêrin" û ev daxwaza fermandar Seîd Hesen hate bicihanîn.

'EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'

Dayikan doh êşa dilê xwe bi her gotinan anîn ziman. Dayê Meyan Xwedêda got, "Me hestiyên zarokên xewe kom kir, li dijî me siyaseteke ewçend zalimane tê meşandin. Em dibêjin, bi balafirên xwe hemûyan jî êrişî me bikin em ê dest ji Êzidiyatiyê bernedin. Em ê ji rêya şehîdên xwe venegerin. Em şervan û hevalên heval Seîd in. Her êrişa lidijî me tê kirin hêrsa me mezin dike, bila bi vê baş zanibin."

Dayê Edûl jî got, "Meha 8'an ji bo me Êzidiyan bû meheke reş. Diviyabû hikumetek neketibûya nava nêzîkatiyeke welê bêrûmet. Diyar e ku hikumeta Kazimî biryar daye ku dijminatiyê li me bike. Ya ku îro li me hate kirin komplo bû. Planeke xwe ya mezintir hebû, lê bi ser nexistin. Em ne Êzidiyên berê ne, me xwe bi rêxistin kir û li dijî her cûre êrişan hêrsa me mezin bû."

Dawiya dawî Kazimî tevî heyeta pê re doh piştî ku serdana Koço kir vegeriya Bexdayê.

Piştî ku vegeriya jî peyama wê yekê da ku ji bo pêkanîna lihevkirina 9'ê Cotmehê wê ya pêwîst çi be, bike.