Êrsî: Hedefa me ya 2021'an azadiya Rêber Apo ye

Yek ji fermandarê HPG'ê Rizgar Êrsî got hedefa wan a sereke ya sala 2021'an azadiya Rêberê Gelê Kurd e û got, ''2021'an em ê dijmin ji Kurdistanê derînin.''

Yek ji Fermandarê HGP'ê Rizgar Êrsî têkilî civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê axivî.

Êrsî got, ''Di civînê de rexneya sala 2020'an hate dayin, da ku em bi şêwaz û çalakiya serdema nû ya gerîla sala 2021'an encamê bistînin. 2021'an em ê dijmin ji Kurdistanê derînin.''

Êrsî têkilî civîna Konseya Fermandariya ya HPG'ê got, ''Dijmin di vê serdema nû de ku konseptên nû daniye ber xwe û ji bo ku siyaseta xwe ya tasfiyekirin û qirkirinê zindî be û pratîk bike pir hewl dide. Civîna me ev nirxand; em tevgera azadiyê, eva 40 salan e li dijî vê dewleta dagirker şer dikin û tecrûyeke zehf mezin çêbûye. Gelek gerîlayên ciwan bi pratîka şer a çil salan a tevgera me xwe perwerde kir û hazir kir. Ji bo ku ev di pratîkê de jî encamê bîne li dijî vê dewleta dagirker bêyî du dilî divê em serfiraziyê bi dest ve bînin. Hedefa ku me li ber xwe daniye ew e ku em têkoşînê serfiraz bikin. Di vî alî de mînaka Heftanînê li ber çavan e.''

Êrsî bi berdewamî got,''Civîna me sala 2020'an weke sala ku gerîla berxwedanî û fedekariyeke mezin nîşan dayî û hedefa ku dijmin danîn ber xwe asteng kirî, ango weke sala ku dijmin negihatî armancên xwe pênase kir. Hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê îro li çiyayan xwedî bawerî û biryardariyeke mezin in. Dijmin çi dike bila bike bi van êrîşên faşîst nikare encamê bistîne. Perwerdeya dema nû dibîne, dibe profesyonel, tecrûbeya îdeolojîk û leşkerî zêde dibe. Hêzeke ku hijmara xwe kêm lê pêşketî dikare hêzeke mezin têk bibe. Bi xwe guherandina li gorî şertên dema nû, ji hêla kamûflas, veşartinê û şêwaza tevgerînê ve, bi serkeftî bikaranîna araziyê wê dijmin tine bike. Em li ser vê mijarê zelal in.''

Fermandarê HPG'ê Êrsî her wiha got, ''Em hêza gerîla heke li gorî perspektîfên Rêbertî nêz bibin em dikarin pêngavên mezin bidin ber xwe. Bêguman sala 2021'ê ji bo me wê bibe saleke pir girîng. Ji hêla hedefa rêgezî û nêzîkatiyê ve bi desteka gel a li gerîla û bi stratejiya erê şoreşgerî yê gel baweriya me ya bi serfiraziyê teqez e. Hedefa me ya sereke ew e ku em tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe azad bikin. Em bi her tiştê xwe bawer dikin ku em ê vê hedefa xwe pêk bînin.''

Bi domdarî Fermandarê HPG'ê Rizgar Ersî got, ''Ji ber vê jî hedefa me ya sereke ya sala 2021'an ew e ku em Rêber Apo azad bikin. Em azadiya Rêber Apo weke hîmê têkoşîna xwe dibînin. Heta ku em Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad ndkin em ê nesekinin. Ji ber vê di civîna me de rexneya sala 2020'an hate dayin, da ku em bi şêwaz û çalakiyên serdema nû ya 2021'an encamê bistînin. 2021'an em ê dijmin ji Kurdistanê derînin.''

Êrsî herî dawî wiha got: ''Dijmin her roj Kurdan dikıje, êrîşê ji her alî ve tîne ser Kurdan, naxwe gelê me jî dive rabe ser xwe. Van tiştên ku têne kirin qebûl neke. Divê gelê me destekê bide berxwedana gerîlaya ya li dijî van kirinan û bi vî rengî teqez e ku em ê dijmin ji Kurdistanê derînin.''