Êrişî avahiya HDP’ê ya Peyasê hate kirin

Bi şev bi molotofan êrişî avahiya rêxistina HDP’ê ya li Peyasa Amedê hate kirin.

Duh şev bi molotofan êrişî avahiya rêxistina HDP’ê ya li Peyasa Amedê hate kirin. Duh şev kesên hatin ber avahiya HDP’ê ya li Taxa Hûzûrevleriya Amedê, 4 molotof avêtin avahiya partiyê. Molotof negihiştin avahiyê û ketin baxçe. Hate dîtin ku fitîla du molotofan neşewitiye.

Faşîstan xwestin sêncên baxçe bişewitînin. Hinek sênc şewitîn û agir jixweber tefiya.

NÊZÎ QEREQOLÊ YE

Digel ku avahiya HDP’ê 150 metre nêzî Qereqola Polîsan a Hûzûrevleriyê û 400 metre nêzî Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê ye, hate îddîakirin tu kesan êrişkar nedîtine.

Di heman demê de hate îddîakirin ku kamerayên Dibistana Hûzûrevlerî ya ku cihê êrişê dibîne jî xerabe ne.