Êrîşên li ser Şengalê û Mexmûrê li Wanê hatin şermezarkirin

Şerê rûxandina bajarên Kurdistanê ku dewleta Tirk 14'ê Kanûna 2015'an dayî destpêkirin û êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê li Wanê hate şermezarkirin.

Li ber avahiya bajêr a HDP'ê ya Wanê bi tevlêbûn hevserok, rêveberên HDP'ê, DBP'ê yên bajêr, parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç û nûnerên KCD'ê, aktivîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Di çalakiyê de wêneyê Mehmet Tunç û Dayika Taybet ku di berxwedana xwerêberiyê de şehîd bûbûn hatin hildan, pankarta bi nivîsên ''Me serî netewand, bi me serbilind in'', ''Em bi we serbilind in'' hate vekirin.

HILWEŞANDINA KU 2015'AN DEST PÊ KIRÎ

Parlametnerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç axivî û got, ''14'ê Kanûna 2015'an li dijî bajarên Kurd pêvajoya hilweşandinê dest pê kir. Di pêvajoya 3 salan de hovîtiyeke mezin hate kirin. 2013'an Rêzdar Abdullah Ocalan di şertên dijwar de bi pêvajoya ku dayî destpêkirin ji gelên Tirkiyê re bû hêviyek. Di vê demê de yek cenaze nehat, lê hikûmeta AKP'ê bi plana têkşikandinê ev pêvajo qedand û pêvajoya hilweşandinê da destpêkirin.''

ÊRÎŞ ANÎN SER GIREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Sarisaç çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi bîr xist, diyar kir li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 3 sal in tecrîdeke giran heye û greva birçîbûnê li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin. Sarisaç got ji bo desteka li greva birçîbûnê li Wanê jî greva birçîbûnê dest pê kiriye, lê bi rengekî nehiqûqî hêzên çekdar ên Tirk erîş birine ser çalakgeran û gelek hevalên wan destgîr kirine.

'ARMANCA ÊRÎŞAN KURD IN'

Têkilî êrîşa balfirên şer ên Tirk ên  li ser Mexmûr û Şengalê jî Sarisaç got, ''Bi êrîşa hewayî ya li ser Mexmûrê û Şengalê mirovên sivîl têne qetilkirin. Kurd ji van deran çûn, xwe li Mexmûre girtin lê dîsa jî xilas nebûn. Gelê Şengalê ku bi berxwedana xwe ji DAÎŞ'ê xilas bû, niha Tirkiye êrîşê dibe se wan. Ev hemû êrîş li dijî Kurdan in. Lê gel li dijî van hemû êrîşan li ber xwe dide. Gelê me li ber xwe dide. Gelê me plana têkşikandinê qebûl nake. Em li ber Mehmet Tunç û hevalên wan bejna xwe ditewînin.''