Êrîşên li dijî Kobanê li Sydneyê hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, li Sydneyê hatin şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hatin şermezarkirin.

Çalakî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Qîrcûlar Qûay Cûstoms hoûse pêk hat û rêxistinên çep ên Awûstralyayê jî destek dan.

Endamê Komîsyona Piştgiriya bi Rojava re Peter Boyle li qada çalakiyê axivî.

Boyle diyar kir, Kobanê sembola mirovahiyê ye, li dijî êrîşên DAÎŞ'ê û Erdogan li ber xwe daye û ruhekî têkoşer ku di dîroka cîhanê de kêm caran hatiye dîtin, derxistiye holê.

Boyle bang li her kesî kir ku li dora Kobanê li hev bicivin û got, "Bi vî rengî em dikarin pêşî li êrîşan bigirin."

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Kobanê" hatin qîrîn. Çalakî bi xwendina belavoka li ser êrîş û komkujiyên dewleta Tirk qediya.