Êrîşên leşkerên Tirk ên li dijî koçberan zêde dibin

Li Wanê êrîşên leşkerên Tirk ên li dijî koçberan zêde dibin. Di êrîşa leşkerên Tirk de gelek koçber birîndar bûn, destdirêjî li gelekan hate kirin û hinekan jî jiyana xwe ji dest dan.

Sînorê Wan-Rojhilatê Kurdistanê (Îran) ji bo penaberan bûye sînorê mirinê. Salên dawî li ser vî sînorê ji ber êrîşa çekdarî ya leşkerên Tirk û Îranê gelek penaberan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Leşkerên Tirk û bazirganên mirovan li ser sînor hevkariyê dikin. Di berdêla pere de penaberan ji sînor derbas dikin û dibin Wanê û navçeyên wê. Bi sedan penaberên ku bi wesayitan tînin, di encama qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Her wiha mehên zivistanê li ser sînorê Wan-Rojhilatê Kurdistanê gelek penaber ji ber sermayê mirin. Sînorê Wan-Rojhilatê Kurdsitanê ji bo penaberan bûye rêwîtiya ber bi mirinê ve. Ji bo leşkerên Tirk û bazirganên mirovan jî bûye 'çavkaniya pere'yan.

Navçeyên Qelqelî, Elbak û Ebex bûne cihên derbasbûnê ji penaberan re. Li ser sînorê van hersê navçeyan jî dewleta Tirk dîwarekî bi kîlometreyan dirêj lê kiriye. Tevî dîwar her wiha bi sedan qereqol, kalekol û kûleyên çavdêriyê çêkiriye. Li gel vê yekê her roj bi sedan penaber ji aliyê bazirganên mirovan ve ji sînor tên derbaskirin. Leşkerên Tirk di berdêla pereyan de ku ji penaberan û bazirganên mirovan distînin, dihêlin ku penaber bêne derbaskirin.

LEŞKER DEST DIAVÊJIN PENABERAN

Li navçeya Qelqelî ya Wanê, li benda kontrolê ya polîsan gule li mînîbusa penaber tê de bûn hate reşandin û di encama vê êrîşa polîsan de 2 penaber mirin, 6 jî birîndar bûn. Têkildarî polîsên ku êrîş kirin lêpirsînek nehate destpêkirin. Li taxa Karahîsar a navçeya Saray a Wanê jî 4'ê Tîrmeha 2022'an jendermeyan li mînîbusekê reşandin ku tê de koçber hebûn û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku yek ji wan zarokekî 4 salî, yek jî jinek bû. Her wiha 7 kes jî birîndar bûn. Têkildarî leşkerên ku komkujî kirin lêpirsînek nehate destpêkirin.

Li navçeya Saray a Wanê 4'ê Çileyê leşkerên Tirk dest avêtin Leyla M. a ji Efganistanê. Piştî ku bûyer eşkere bû, biryara nepenîtiyê li ser hate danîn. Li navenda Vegerandinê ya Kûrûbaş a Îdareya Koçê ya Bajarê Wanê, Z.M. a Îranî ku ji bo tedbîrê di karantînayê de bû, wezîfedarên ewlekariyê Î.H.K. û Y.V. dest avêtin wê.

Li Wanê 50 penaberên xwestin ji sînor derbas bibin qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. 68 penaber li Gola Wanê fetisîn, 45 penaber di qezayên trafîkê, 5 penaber di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Li Wanê cenazeyên 300 koçberan li goristana bêkesan hatine veşartin.