Êrîşên dagirkeriyê li ser sînor hatin şermezarkirin: Em ê berxwedanê mezin bikin!

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di meşa li navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê Kobanê axivî û got, "Wê rê ji dagirkeriyê re neyê dayin. Em ê li her derê berxwedanê mezin bikin."

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Pirsûs a Rihayê ku li pêşberî Kobanê ye hatin şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinê ya Azad (TJA) hate lidarxistin. Girseya gel li taxa Alîgorê li hev kom bû û bi konvoyê ber bi rêya Pirsûs-Kobanê ve çû. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di nav de girseya gel li vê derê daxuyaniyek da. Di çalakiya şermezarkirinê de dowîzên bi nivîsa "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava xeta me ya sor e" hatin hildan.

'EM Ê LI HER DERÊ BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li çalakiyê axivî û got, "Beriya 10 salan ji bo destketiyên gelê Kurd em li vê derê bûn. Me bi rojan li ber xwe dan. Îro jî bi heman rengî desthilatdariya AKP-MHP dixwaze me bibe wan rojan. Bila bala xwe bidin ser 10 sal beriya niha; çawa ku modela jiyana bi hev re bû hêvî ji gelên cîhanê re îro jî em ê bi heman rengî li ber xwe bidin. Em ê li her derê berxwedanê mezin bikin. AKP-MHP dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike qada komkujiyan. Lê belê ev çarenûsa gelên mezlûm nîne. Dest ji vê polîtîkayê berdin. Beriya 10 salan we bi hemû hêza xwe hewl dan lê nekarîn bi ser bikevin, niha jî hûn ê nikaribin bi ser bikevin. Gelên cîhanê bi gelê Rojava re ne. Bi milyonan mirov ji bo Rojava li ser piyan e. Li gel gelê Rojava çarenûsa her kesên li Kurdistanê yek e. Yên ku komkujiyê li gelê Rojava ferz dikin, nikarin destê aştiyê dirêj bikin. Bila gelên cîhanê bi berxwedana gelên Rojava piştrast bin. Di berxwedana Kobanê de rê ji dagirkeriyê re nehate dayin, wê îsa neyê dayin. Heta ku wekhevî û azadî bê em ê li ber xwe bidin. Li hemberî dagirkeriyê em ê bibin sûrekî xurt mîna sûrên Amedê. Ruhê berxwedanê her tim heye. Em ji vê derê hişyariyê didin hêzên tarî; lîstikên xwe yên qirêj dubare nekin. Her hesabeke we li hemberî berxwedanê wê têk biçe. Rojava îro ji tevahiya cîhanê re bûye hêvî, ev hêvî û ronahî wê teslîmî tarîtiyê nebe."