Êrîşên dagirkeran dewam dikin, gerîla xwe diparêzin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Gerîla jî ji bo xweparastinê bersivê didin êrîşan. Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê;

Sibeha 13'ê Gulanê dagirkeran heta nîvro bi obus û hawanan bombe li Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîd Kamûran barandin. Hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan dagirkeran.

13'ê Gulanê saet di 18:30'î de dagirkeran êrîşî Girê Şehîd Axîn kirin. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan dagirkeran û şer qewimî. Di encama vî şerî de çepereke dagirker tê de bûn hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

13'ê Gulanê qada Girê Bahar û qada Golka ya Metînayê 4 caran bi balafiran hatin bombekirin.

13'ê Gulanê li Xakurkê Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran, qadên Girê Axîn û Girê Bahar, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê û çeperên me yên berxwedanê yên li qada Sîdayê 17 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."