Êrişên dagirkeran dewam dikin
Êrişên dagirkeran ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Êrişên dagirkeran ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kir:
"Êvara 4'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qada Keşanê ya herêma Heftanînê barand. Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir. Ev operasyon 6'ê Mijdarê bi rengekî bêencam bi dawî bû.
5'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker qadên Werxelê û Dola Konferansê yên herêma Avaşînê bi balafirên şer û çekên giran bombe kir.
5 û 7'ê Mijdarê qada Kanîsarkê ya Garê, qada Kanîbotkî û Gundê Sewrê yên Çemankê bi balafirên şer hatin bombekirin.
7'ê Mijdarê saet di 20:00 de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombekirin.
7'ê Mijdarê saet di navbera 22:00-00:30'î de li herêma Zapê qada Qela Bêdewê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
Ji ber vê bombardûmana artêşa Tirk a dagirker xisar li bax û baxçeyên xelkê me bû, ji ber agirê ku bi zeviyan ket, xelkê me neçar ma ku gundê xwe biterikîne.,
Di navbera 5 û 8'ê Mijdarê de danê êvarê li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Tabûra Ereban, Mervanos, Werxelê û Banistayê geriyan."