Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li herêma Çamçoyê carekê bi bombeyên qedexe û 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çalakiya hêzên me ya li Zapê de, dagirkerek hatiye cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexe, 7 caran bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kirin.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 13’ê Çileyê de saet navbera 11:50 û 12:50’an de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran du caran li dagirkeran dan. Di vê çalakiya hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên giran kiriye;

Di 13’ê Çileye de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê ji saetên sibehê heta êvarê carekê bi bombeyên qedexekirî û 7 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 13’ê Çileyê de qada ava Lolan a Xakurkê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 13’ê Çileyê de qadên Geliyê Lolan û Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê, qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi obus, tank, hawan û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin."