Êrîşa faşîst û nijadperest a AKP-MHP’yiyan li Amedê hat şermezarkirin

KCD, DBP, TJA û HDP’ê li Amedê bi çalakiya rûniştinê êrîşên nijadperest protesto kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jina Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber avahiya HDP’ê ya Baglarê ku ji bo şermezarkirina êrîşa nijadperest ya li Konyayê çêbû dixwest daxuyaniyeke çapemeniyê bide lê daxuyanî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Polîsan nehiştin parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêveberên bajar û navçeyan û çalakvanên TJA’yê ji avahiya navçeyê derkevin.

Bi sedan polîs û bi dehan wesayîtên zirxî dora avahiya navçeyê dorpêç kirin. Piştî ku polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn, girseyê bi saetan çalakiya rûniştinê li dar xist. Girseyê di dema çalakiyê de bi çepik û tilîliyan rewşa heyî şermezar kir.

Piştî çalakiya rûniştinê girse belav bû.