Çiya: Ji bo pradîgmaya azad bikeve meryetê divê Ocalan azad bibe

Endamê Meclîsa PJAK’ê Serhildan Çiya bal kişand ser pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê ji bo hemû pêkhate û gelên Rojhilata Navîn û got: “Ji bo pradîgmaya Rêber Apo bikeve meryetê divê, destpêkê ew bê azadkirin.”

Rojhilatê Kurdistanê jî bi qasî parçeyên din girêdayî raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinasin û pêve girêdayî ne, têkoşînê dikin û Ocalan weke rêberê xwe dibînin. Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) a 4’ê Nîsana 2004’an li Rojhilatê Kurdistanê hate damezirandin li ser raman û felsefeya Rêber Apo têkoşînê dike.

Endamê Meclîsa PJAK’ê Serhildan Çiya têkildarî raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora ramanê wî ya li Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

Endamê Meclîsa PJAK’ê Serhildan Çiya destpêkê li ser mijara sedem çiye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne ev nirxandin kir: “Di nava civakê de her kesê ku pêşengtiyê ji civakê re bike, dîsa rê û rêbazên çareseriyê ji bo pirsgirêkan bibîne û civakê pêş bixin, ew rêber in. Ji ber ku Rêber Apo xwedî fikir û felsefeyeke ya teybet e ji bo çareseriya pirsgirêkan. Nimûneyên gelên din heye weke Efrîqa Nelson Mandêla têkoşîn li dijî spiyan ji bo reşikan kir.Mandêla li dijî zilma çerspiyan têkoşîn kir û ji bo wê bû rêberê gelên bindest. Her wiha Gandî bi heman rengî. Her wiha li Kurdistanê gelek pêşeng û serok derketin, lê belê cêwaziya Rêber Apo ji wan ew bû ku çareseriyeke giştgî ji bo pirsgirêkan pêş xist û biryardariya çareseriyê heye.”

Gerîla Serhildan Çiya têkildarî projeyên çareseriyê yên Ocalan jî axivî û got: “Sîstema ku li Rojhilata Navîn hatî çareserkirin, sîstemeke netew-dewlet e ku xwe dispêre yek mezheb, yek al, yek netew; ew jî xwe li ser netew, çand û olên din disepîne. Di sedsala 19’an de her çendî civakê hewl da ku hinek guhertinan bike jî lê negihişte armancên xwe. Belkû xwestin bi meshebê olî xwestin çareseriyê pêş bixin, mezheb bikin navendî, lê gelê Kurd di vê mijarê de serketî nebûn. Li Rojhilata Navîn bi yek ol, yek netew û mezhebî serketin nabe û nakokî kûrtir dibe. Cara yekem Rêbererk bi pradîgmaya pêş xist hemû netew, ol û pêkhateyên li Rojhilata Navîn bi hev re di çarçoveya neteweya demokratîk de bijîn. Ev jî Rêber Apo bi nirxandin û dahûrandina ferdê Kurd, dîsa kesayetiya ferdê Rojhilata Navîn li ber çav girt û wisa çareserî pêş xist. Nimûneya vê jî ya herî şênber pêkhateyên cuda yên weke Kurd, Ereb, Eremî û dîsa mezheb û olên cuda yên weke Misilman, Êzid, Xiristiyan ên li Rojavayê Kurdistanê bi vê pradîgmayê bi hev re dijîn.

Çiya diyar kir ku niha jî di asta pêwîst de nava civakê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên famkirin, gelek caran pirsa Ocalan çawazeke çawa ya dahûrandinê bikar tîne tê kirin. Çiya got: “Serok Apo bi nizirandin û xebatên rojan e, civakê dinirxîne û digire dest û li çareseriya pirsgirêkên wê digere. Ji bo vê jî fikirandin û hizrekî dîrokî ya mezin divê.

Serok Apo rêya rizgariya ji kirîz û kaosan pêş xistiye. Bi rêxistinkirin û xebatên gel ên weke aboriya komunal, perwerdehiya civakê, bi pêşxistina ew berhemên pêwîst ên ji bo jiyana rojan e, Serok Apo ew model pêş xist. Di çarçoveya vê modelê de ku di warê pratîk û teorî de her kesê erka bikeve ser milan bi cih bîne û jin û ciwan jî pêşengtiya vê dikin. Ji çîna karker bigire heta mamoste, rewşenbîr û perwerdekaran Serok Apo kar ji bo wan diyar kiriye û bi wî awayî rêya çareseriyê pêş xistiye. Ew rêya çareseriyê di roja îro de mirov dikare li Rojhilatê Kurdistanê bixe meryetê, hem pirsgirêkên navxweyî ya Rojhilatê Kurdistan û dîsa ji bo gelên din ên navçeyê çareser bike, bibe bingehek demokratîkirina civaka Îranê.

Ji bo felsefeya Rêbertî bikeve pratîkê divê destpêkê mîmarê vê pradîgmayê Rêber Apo bê azadkirin. Dixwazin bi tecrîda li ser Rêber Apo hemû gelê Kurd tecrîd bike. Kurdan ji mafê wan ên bingehîn bigirin. Ji bo wê divê berî her tiştî dawî li tecrîdê bê anîn ku em bikarin Kurdistaneke azad û bi Rêbertiyeke azad re bijîn.