Çîftyurek: Kurd divê li dijî qeyûm bibin yek

Serokê Giştî yê KKP'ê der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de got, Kurd divê li her çar parçeyan li dijî vê dagirkeriyê bibin yek.

Nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î yên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Gelek hêz bi daxuyaniyan piştevaniya HDP'ê dikin. Li gelek bajarên Kurdistan û tirkiyeyê, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên siyasî diyar dikin ku ew piştevaniya HDP'ê dikin. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de axivî.

Çîftyurek destnîşan kir, li dijî desteserkirina şaredariyan Kurd divê li çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û diyar kir, li dijî qeyûman pêwîstî bi wê helwesta li dijî dagirkirina Kobanê, Efrînê û Kerkûkê heye. Çîftyurek anî ziman, gelekî girîng e ku Kurd li hemû parçeyan dakevin qadan û nerazîbûna xwe ya li dijî desteserkirina şaredariyan nîşan bidin.

'AKP DARBEYÊ DIKE'

Çîftyurek ragihand, AKP xwe weke dewletê pênase dike, bi rêya qanûnên ku amade dike dixwaze Kurdan ji nû ve dîzayn bike û diyar kir, "Dema ku Kurdan namzetên ne li gorî wan kirin şaredar, hingî ew şaredar qebûl nekirin. Ji xwe rayedarên AKP'ê ev yek bi rengekî eşkere anîn ziman. Qanûnên xwe jî binpê dikin. AKP 17 sal in du referansên bingehîn tîne ziman: Ya yekemîn dibêjin ku îradeya di ser her tiştî re ye. Ya duyemîn jî dibêjin ku ew darbeya leşkerî û siyasî napejirînin. Lê belê 17 sal in van herduyan li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Îradeya gel qebûl nakin. Li dijî îradeya gelê Kurd cara duyemîn e ku darbeya sivîl dike. Gelê Kurd wê vê qebûl neke. Em partiyên Kurdistanî li hev kom bûn. Civînên me wê bidomin. Em ê encamên hevpar werbigirin û heta dawiyê bi rengê sivîl, demokratîk û rewa têkoşîna xwe bidomînin."