Fermandara YJŞ'ê Hebabî: Çi dibe bila bibe em ê tola xwe hildin

Yek ji şahida fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî bal kişand ser asta qirkirina li civaka Êzidî û got: “Çi dibe bila bibe em ê tola xwe hildin.”

Viyan Hebabî ji gundê Qizil Kendî ya Şengalê ye ku di dema komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an de bi xwe şahidî ji komkujiyên DAÎŞ’ê re kiriye. Ji bo standina tola keçên Êzidî çek hilgirtiye û niha jî fermandarek a Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ye. Hebabî çîroka êrîşên DAÎŞ’ê û berxwedaniya jinên Şengalê ji ANF’ê re vegot.

‘JI ALIYEKÊ DAÎŞ ÊRÎŞ DIKE, JI ALIYEKÊ JÎ PÊŞMERGEYÊN PDK’Ê DIREVIN’

Fermandara YBŞ’ê Hebabî bal kişand ser dema êrîşê û got: “Dema êrîşê destpê kir ez li malê bûm. Bi qasê tê bîra min ferman di saet 2’ê nîvê şeva 2’ê Tebaxa 2014’an destpêkir. Em hemû rabûn û çûne ser ban û me tamaşe dikir. Dema êrîş nêzî bû gule bi ser gelê me dibarî û me fêm kir ku êdî fermanê destpêkiriye. Me didît ku ji aliyekê ve DAÎŞ êrîş dike û ji aliyê din jî pêşmergeyên PDK’ê direvin. Ji bo me pir zehmet bû ku ev xaka em li ser vê mezin bûnî li ber çavên me dişewite û agir bi ser de dibare. Hêdî hêdî DAÎŞ nêzîkî me bû. Wê demê navendek me yê sivîl a girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk û Azad a Êzidiyan (TEVDA) hebû. DAÎŞ ji deriyê pêş kete nav avahiyê û endamên rêxistinê jî ji deriyê paşiyê ji avahiyê derketin û xwe rizgarkirin. Di wê demê de ti tişt nedihat bîra mirov. Gel tenê difikirî bê ka çawa xwe bigihîne çiyaê Şengalê û ji fermanê rizgar bibe. Ti hêzekê gel ne diparast.”

‘YA QEWIMÎ WÊ TI CARÎ NEYÊ JI BÎRKIRIN’

Hebabî wiha domand: “Beriya fermanê ev gotegot hebû ku wê fermanek bi ser gelê Êzidî bê. Ji 7 heya 70 salî bi wê hesiyabûn û digotin ku wê dema pêş ferman bi ser gelê Êzidiyan bê. Lê tevî wê yekê heya ku ferman çênebû gel bi temamî bawer nedikir û piştrast nebû û tenê weke gotegotekê digirtin dest. Sedemê wê jî ev bû ku pêşmergeyên PDK’ê di nava gel de ew baweriyê ku wê ew ê gelê Şengalê biparêzin û wê pêşiya êrîşê bigirin, dabûn avakirin. Ji ber ku gelê Êzidî hestiyar e lewre ji axaftinên wan bawer kiribû, ji ber wan sozan gel ji pêşmergeyên Barzanî piştrast bibû, lê wana pişta xwe da gel û li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê bê parastin hişin. Ya qewimî wê ti carî neyê ji bîrkirin. DAÎŞ’ê Şengal wêran kir û kevir li ser kevirekê nema.”

‘JI BILÎ MIRINÊ TI TIŞT NEDIHIZIRÎN’

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî di dewama çîroka xwe de da zanîn ku wan di dema fermanê de ji bilî mirinê hizra ti tiştek nedihat hizra wan û wiha pêde çû: “Me hizra wê yekê kir ku emê hemû bimirin, dema ferman çêbû berî êvara wê rojê gerîlayên PKK’ê hatin, lê wê demê pêşmergeyên Barzanî pêşiya wan girtin ku neyên hewara gel. Dema gotin ku pêşmergeyan rêya hevalan girtiye, ew hêviya me jî şikest, lê tevî hemû astengiyên PDK’ê gerîlayên PKK’ê xwe gihandin gel û bi hewara wan hatin. Ji ber wê hêviya me çêbû ku yên dikarin pêşiya fermanê bigrin gerîlayên HPG û YJA-Star’ê, şervanên YPG-YPJ û bi giştî şervanên Rêber Apo ne. Wê demê gelê Êzidî nedizanî navê PKK’ê rast bilêv bikin, nedizanîn PKK çiye û Rêber Apo nas nedikirin. Tenê dizanîn ku hin kes ji cihekê hatine û dixwazin wana rizgar bikin. Lewre vê hêviyê hêzek mezin da gel. Di dema rizgarkirina gel, rawestandina fermanê û vekirina rêya mirovî de gelek heval şehîd bûn.

‘ÇI DIBE BILA BIBE, DIVÊ EM TOLA XWE BISTÎNIN’

Piştî ku gerîla hatin û ciwanên Êzidî ji bo xweparastinê û YJŞ’ê perwerde kirin, ez jî wê demê tevlî nava refên YJŞ’ê bûm. Min ji xwe re digot ku çi dibe bila bibe, divê em tola xwe bistînin. Me hê nedizanî çek bikar bînin, lê me digot çi dibe bila bibe, divê li rex gerîlayan li dijî DAÎŞ’ê şer bikin û tola xwe hilînin. Wê demê hilgirtina çekê erkekî exlaqî û mirovî bû. Wê demê gelek ciwanên Êzidî rahiştin çekê û li rex hevalan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Beşek din jî dixwestin çek hilgirin, lê pêşmergeyên PDK’ê rê nedida wan ku çek hilgirin û li dijî DAÎŞ’ê şer bikin. Pêşmergeyan ji bo ku ciwanê Êzidî çekê hilnegirin li ciwan xistin û çend ciwan şehîd kirin.”

‘EM EWQASÊ NÊZÎ DAÎŞ’Ê BÛN KU DENGÊ ME DIÇÛ HEV’

Hebabî bi van gotinan beşek ji çîroka xwe ya dema di çeperan de li dijî DAÎŞ’ê şer dikir vegot; “Şerê di navbera me û DAÎŞ’ê de li Şengala kevin û taxên Ber bi Roj demek dirêj domkir. Ew tax weke taxên berxwedanê tên navkirin. Me 11 mehan li wan taxan bi DAÎŞ’ê re şer kir. Ji ber ku kolanên wê teng bûn dengê me diçû hev. Ewqasê em û DAÎŞ nêzîkî hevbûn ku pir caran bombeyên me yên destan digihîşte hev. Ji ber wê ev cihe wê di hiş û hafizeya civakê de bimîne, ji ber ku li wê berxwedaneke mezin hat dayîn û hemû zehmetî di wan taxan de hatin kişandin.”

Hebabî di berdewamiya vegotina çîroka xwe de wiha qala yek ji şerên destpêkê yên li dijî DAÎŞ’ê dike ku pir ajot û şerekî giran bû got: “Sala 2014’an piştî fermanê dema me taxên kevin ên Şengalê rizgar kir û heya meha 11’an a 2015’ê me li wan taxan li hemberî DAÎŞ’ê şer kir. Meha 11’an a 2015’an bû ku me pêngava giştî ya rizgakirina Şengalê ragihand û me bajarê xwe bi temamî ji DAÎŞ’ê paqij kir.”

‘DAYÊ GULÊ, ŞEHÎD ZÊRÊ Û ŞEHÎDN CÎLANE DI DEMA FERMANÊ DE BÛN QEHREMANÊ BERXWEDANÊ’

Hebabî bal dikişîne ser rewşa jinan ya di dema fermanê de û got: “Dikarin bêjin ku yên herî zêde êş kişand jin bûn, yên herî zêde rastî kuştin, serjêkirin, destdirêjî û firotinê bûn jî dîsa jin bûn. Li hemberî wê jî jinên qehreman derketin ku teslîm nebûn û li berxwe dan. Mînakên wan ên birbiçav Dayê Gulê, Şehîd Zêrê û Şehîd Cîlane ne ku di dema fermanê de bûn sembola qehremanî û berxwedaniyê. Ji niha ve di nava civaka Êzidî de ew wek qehremanên berxwedana jinên Êzidî tên naskirin.”

‘BI HEZARAN ZAROKÊ SÊVÎ MAN’

Viyan Hebabî di beşek din a çîroka xwe de behsa êşa jinan ya di dema fermanê û piştî wê kişandinî kir û wiha çîroka xwe domand; “Eger em tenê bêjin ferman pêkhat û jin bi êşên mezin re rû bi rû man wê ne têrker be. Belku heya niha jî ew êşe berdewam e û birîneke wiha zû bi zû nayê jibîrkirin. Çima dibêjim êşa jinên Êzidî berdewam e; ji ber ku heya niha jî çarenûsa 3000 jinên Êzidî ne diyar e. Mînaka wê jî ew keça ku hefteyek beriya niha nû ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin e. Ew yek nîşanî me dide ku heya niha çarenûsa jinên Êzidî diyar nîne, bi hezaran zarok sêvî man û bi hezaran dayik bê zarok man. Bi hezaran jin zarokên xwe hiştin  û nekarîn wana rizgar bikin. Li çiyayê Şengalê heya niha jî hestiyên welatiyên Êzidî tên dîtin. Niha jî bi dehan gorên komî hene ku welatiyên Êzidî di dema fermanê de hatin komkujkirin. Ew jî ti caran nayê jibîrkirin.”

‘EW JINA KU HEWL DIHAT DAYÎN BIKIN KOLE, ÇÛ PAYTEXTA DAÎŞ’Ê RÛXAND’

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê Viyan Hebabî bal kişande ser sekna jina Êzidî ya piştî fermanê û wiha dawî li vegotina xwe anî; “Ew jina ku DAÎŞ’ê weke kole nêzîkî wê dibû û hewl dida hemû jinên Êzidî bike kole, artêşa xwe ya jin avakirin û sala 2017’an çûn paytexta wê demê yê DAÎŞ’ê û tevlî pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bûn. Paytexta dewleta DAÎŞ’ê têkşikandin, bajar rizgar kirin û dawî li tirs li ser jinên Êzidî anî.”