Çewlik: Ev zivistana dawîn a AKP û MHP’ê ye -1

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku deshilatdariya Tirk gotiye qaşo ‘Ev zivistana dawîn a PKK’ê ye’ û got “Lê bi berxwedana gerîlayan em dikevin zivistana dawîn a hikumeta AKP û MHP’ê.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku di dîrokê de li dijî tu gel, tevgera şoreşger û netewe dewletan de li hemberî hêzeke şer ev qasî teknîk nehatiye bikaranîn û got “Li ser erdnîgariya Kurdistanê tu obus, roket, bombe û çek nema ku li ax, dar, kevir, teht û zindiyan neketiye. Her hebûn û tişta li ser erdnîgariya me bi birîneke ji ber mêtingeriyê dijî.” Çewlik diyar kir li ser esasê serkeftinê bi biryardariyeke xurt wê di sala 2022’an de dijmin li Kurdistanê têk bibin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik pirsên ANF’ê bersivand.

YJA Star bi kîjan armancê kete sala 2021’an û çiqasî wê bi ser ket. Gelo hûn dikarin tabloyeke giştî ya salê deynin holê?

Tevî nakokiyên kûr, şerên giran û geşedanên wê sala 2021’an diqede. Di vê salê de ya ku her roja wê bi têkoşîneke kûr derbas bû, di serî ez Rêberê me yê Azadiyê Rêber Apo bi rêz û hurmet silav dikim û di şexsê hevrêyên me yên îsal şehîd bûne Şoreş Beytuşşebap, Serhat Giravî, Sarya Diyar, Nûjîn Koçer, Nûjîn Êrs, Botan Başkale, Cûmalî Çorûm, Diljîn Marya, Sosin Efrîn, Hewreman Avyer, Rêvan, Mûnzûr, Dijwar, Apê Yûsûf, Saît Yûsûf, Amargî û Şilan Goyî de hemû hevrêyên şehîd bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

Ez hêzên me yên parastinê yên li her çar parçeyên welatê me têkoşîna azadiyê bi fedakariyeke mezin didomînin, berxwedêrên azadiyê yên ku li zindanan ruhê berxwedanê yê Mazlûm, Sara û Garîbe Gezeran didomînin û gelê me yê cefakar ên ku li hemberî êrişên giran ên dijmin dev ji azadî û lêgerîna jiyana azad bernadin jî bi rêz û hurmet silav dikim.

Sedsala 21’emîn û sala 2021 bû sedsaleke ku li her dera dinyayê bêedaleatî, neheqî, zext û zilmê xwe nû kiriye û bi awayên hûr ketiye meriyetê. Mirovayetiya bindest bi hejarî, birçîbûn, nexweşî û bêkarî her roj zêde dibe re hate qelskirin û îradeya wê hate şikandin. Herî zêde jî jin û zarok bûne qurbanên vê pergala serwer. Gel û jin ên ku alavên xweparastinê, hêza xwerêxistinkirin û çalakkirinê li temamî dinyayê nekiriye hêzeke hevpar, li hemberî vê pergala faşîst nekarîn xwe biparêzin. Sala 2021’an him ji bo dinyayê, him ji bo herêm û Kurdistanê jî bû saleke kûr. Siyasetên çêbûn, polîtîkayên serwer ên ku mohra xwe li pêvajoyan xistin, wekî pirsgirêkên rabirdûyê yên ku nehatine çareserkirin, pirsgirêkên din lê zêde kir.

Pirsgirêka doza Kurdan a ku tevgera me aniye rojevê di nav vê geremola çaresernekirin û şîddetê de, hate xwestin ku were tasfiyekirin. Di vê meseleyê de di sala 2021’an de hêzên desthilatdariya Tirkiyeyê jî di serî de, hêzên herêmê û di esasê wê de DYE û welatên NATO di serî de, polîtîkayeke ku nêzikatiya klasîk nekarîn derbas bikin û pê re jî di înkar û îmhaya Tevgera Azadiyê de israr dikin. Komploya navneteweyî ya ku li hemberî Rêbertî û tevgera me hatibû kirin, zêdetir û kûrtir dibe û didome. Bêguman li hemberî vê tifaqa paşverû, komployî û faşîst, Rêbertî û Tevgera me ya Azadiyê bi awayê ku mînaka wê tune bi berxwedaneke  bêhempa û helwesta azadîxwaz di nava salê de jî domiya. Ruh û îradeya Apoyî ya ku nehate teslîmstedin, li hemberî konsepta înkar û îmhayê gavek jî bi paş ve neavêt.

Wekî ku me berê jî par ve kiribû bi biryarên me yên di civînan de, em bi plansaziyên xurt amade ne. Me piraniya van plansaziyên xwe li ser esasê armancên xwe xist meriyetê.  Em fermandar û şervanên YJA Starê di sala borî de me têkoşîna xwe ya gerîla li ser esasê stratejiya şerê gel a şoreşgerî û gerîlatiya modernîteya demokratîk meşand. Li Kurdistanê pêşketina jiyana li ser xeta azadiyê bi qasî ji bo gelê me û gelên din ji bo jinan jî gelekî girîng e. Em jin perspektîfa me ya têkoşînê, li ser esasê pêşengtiya şerê azadiyê û beşdariya çalak bû. Em têkoşîna gerîlayên jin wekî ji bo geşbûna nasnameya jinên azad aliyekî sereke dinirxînin, rêxistinkirina têkoşîna gerîla û geşkirina wê jî wekî berpirsyariyeke dîrokî dibînin.

Di dîroka me ya têkoşînê de em îsal wekî saleke awarte û qet nikarin bi tarzeke adetî nêzî wê bibin. Di warê êrişên dijmin de jî ji salên din cihêtir bû. Bêguman mêtingerî konsepta înkar û îmhayê, demeke dirêj li ser tevgera me didomîne. Dibêjim qey di dîrokê de li dijî tu gel, tevgera şoreşger û netewe dewletan de li hemberî hêzeke şer ev qasî teknîk nehatiye bikaranîn. Li ser erdnîgariya Kurdistanê tu obus, roket, bombe û çek nema ku li ax, dar, kevir, teht û zindiyan neketiye. Her hebûn û tişta li ser erdnîgariya me bi birîneke ji ber mêtingeriyê dijî.

Artêşa Tirk a faşîst a mêtinger, di 10’ê Sibatê de bi vê armancê li Garê bi tevgereke taybet li Siyanê kampeke me kir hedef. Li vê kampê dîlên şer jî bûn. A rast ev ne bi tenê operasyonek bû. Gelek armancên vê êrişê hebû. Navenda tevgera gerîla kirin hedef. Hêzên artêşa Tirk cara pêşîn tevgereke wisa kirin. Li hemberî vê bi pêşengiya heval Şoreş Beytuşebab bi tarzeke bi bandor û xurt derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin. Serfiraziya li Garê derbeke giran li hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê xist. Piştre jî di 23’ê Nîsanê de li ser xeta Zagros, Avaşîn, Basya, Zap û Metînayê êrişeke dagirker kirin û xwestin hêza xurt a psîkolojîk a hêzên me yên gerîla û gelên me bişkînin. Bêguman vê êrişa dagirker bi tenê bi vê armancê pêk nehat. Berê jî plansaziya wê hatibû kirin, lê derbeya xurt ku serfiraziya Garê li hêzên dijmin xist û sedem ku vê êrişa dagirker zû were kirin.

Çawa ku ji bo dijmin piştî Garê ne wekî berê ye, wê ji bo hêzên me yên gerîla jî piştî Garê tu tişt ne wekî berê be. Di dîroka me ya têkoşînê ya 43 salan de, fedaîtî, ruhê Apoyî, hevaltî, girêdan, bawerî, azwerî, hezkirin û asta tolhildanê derbasî qonaxeke bilind bû. Berxwedanên destanî yên ku di dîroka tu gelan de nehatiye dîtin, em nikarin pênase dikin, peyv wateya xwe winda dikin û dikare bibe mijara roman, stran, helbest û fîlman pêk hat. Ji Garê dest pê kir û heta berxwedana Mamreşo, Girê Sor, Zendûra û Werxelê gerîlatiya serdema nû pêl bi pêl belav bû û em bûn şahidên yên wekî bazan.

Dijmin ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dida di demeke kurt de encamê bi dest bixe, ji bo bidestxistina tuneleke şer jî 7 mehan her cure teknîk û çek bi kar anî. Dîsa jî nekarî gerîla ji vê berxwedanê dûr bixîne û bi êrişên kîmyewî gerîla şehîd xistin. Dema ku dîroka me ya şer hate lêkolîn, wê derkeve holê ku artêşa Tirk faşîst berê jî li Cûdî, Amed û Geliyê Teyarê û li gelek cihên din gazên kîmyewî bi kar aniye.  Lê di êrişa dawîn a dagirkeriyê de ji ber ku li hemberî berxwedanê nekarîn tiştekî bikin û neçar man ku gelek caran çekên kîmyewî bi kar bînin. Lê wê faşîzma ku zincîra xwe qetandiye, di tunelên şer ên Werxelê de têk çû. Li Zendûra û Girê Sor derbên giran xwar. Ew careke din bûye şahid ku ruhê fedaî yê Apoyî têk naçe.

Operasyonên şoreşger ên ku hêzên me dane destpêkirin li ser xeta Zap, Avaşîn, Gever û Xakurê bi navê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosan û li Metîna û Heftanînê jî bi navê Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê hatiye pênasekirin.  Ev operasyonên şoreşger ne bi tenê ji bo xweparastinê , wekî ku navê wê jî li ser e bi helwestên pêngavî û çalakiyên xurt li ser esaasê performanseke xurt didome. Herî dawîn di mehên Mijdar û Kanûnê de jî li eyaletên Heftanîn, Zap û Serhedê bi taktîka gerîlatiye nû, hêzên me çalakî kirin û dijmin mat hiştin.  Di nava salê de konsepta îmhayê ya dijmin ji holê nehatibe rakirin jî, polîtîka û taktîka wan a serdemî û rojane hatiye pûçkirin.

Qadên me yên Bakur qadên herî stratejîk ên vê konseptê ne û dijmin li van qadên me operasyonên bi navê Eren li dar dixîne. Ev operasyonên ji bo tasfiyekirina hêzên me, her çiqasî ji ber şertên demsalê em nikarin têkiliyekê daynin jî ji xeynî Dêrsimê hatiye pûçkirin. Li qada me ya Dêrsimê bi qasî ku di çapemeniyê de derketiye holê çekên kîmyewî hatine bikaranîn.  Li Rojava û Şengalê jî ya ku gelê me û hêzên me yên parastinê berxwedanên mezin kirine û li hemberî DAÎŞ’ê nirxên şoreşê danîne holê, hevalên Sosin Efrîn, Rênas Rojhilat , Saîd Yûsûf, Apê Yûsûf û Merwan Bedel ên ku dev ji xeta Rêbertî û jiyana azad bernedane û nehiştine ku xeta lîberalîzmê têkeva nav me, bûne hedef.  Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê ji ber ku dixwaze têkçûna xwe bi serfiraziyeke leşkerî veşêre, wê ji niha û şûnde jî bikaribe li hemberî kadroyên me yên pêşeng û gelê me jî êrişên giran bike. Di vî warî de divê gelê me baldar û hişyar be. Divê gelê me baş bibîne ku şer wê veguhere rastiya gelekî şer dike û rêxistinkirina xwe ya xweparastinê kûrtir bike.

Pêngava KJK’ê ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e’ bi tevlêbûna jinan a xurt temam bû. Pêngavê danheviyeke çawa ava kir. Di serdema nû ya vê pêngavê de rola YJA Starê çi bû?

Pêngava KJK’ê ‘Li hemberî qirkirina jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e’ bi xwedîderketin û tevlêbûna jinan a di warên civakî, siyasî û leşkerî de salek li pey xwe hişt. Hêzên me yê YJA Starê jî bi çalakiyên xwe tevlî van pêngavan bûn.  Divê têkoşîna jinan di hedefên hevpar de bibin yek û îradeya xwe ya rêxistinkirî geş bikin. Ji ber ku em li ku dera dinyayê binihêrin rizîna civakî, bêîradekirin, bênasnamekirin, firotina mirovan û tecawiza li ser hemû mafan ji ser jinan tê kirin. Ev li hemberî jinan heqareta herî mezin e. Ji nav malê bigire heta kolanê, li dibistan û li her derê pergala mêrserwer zextên giran, şîddeta fîzîkî û ruhî li ser jinan dike. Rizîna civakî ya li dora jinan hatiye avakirin, îro li her dera dinyayê bûye pirsgirêkeke bingehîn.  Gulistan Dokû, Ozgecan, Denîz Poyraz, Îpek Er û Pinar Gultekîn ji ber şîddeta mêran û dewletê hatin kuştin.

Li hemberî van qetlîaman jinan nerazîbûneke cîddî nîşan dan…

Rast e. Bi xurtbûna tevgerên jinan ev bûyerên wisa zêdetir derketin pêş û tên nîqaşkirin. Bi taybetî di sala 2021’an de em lê dinihêrin, ev ji bo tevgerên jinan ên giştî wekî geşedaneke girîng dikare were nirxandin. Li hemberî van pirsgirêkên wan tevgerên jinan hewl dan rojevê çêbikin û helwesta xwe nîşan bidin. Pirsgirêkên civakî kirin pirsgirêkên siyasî û têkoşîna çareseriyê ava kirin. Bi vî awayî têkoşîna jinan êdî rojeva xwe afirandin û dest pê kirin ku têkoşîna xwe ya sosyal û siyasî xurttir bikin. Dema ku jin dest bi nîqaşkirina pirsgirêkên xwe bike, wê bike rojev, wekî hêzeke rêxistinkirinî li hemberî pergala baviksalar têbikoşe ev bi tenê hinek mafan nade jinan, di heman demê de pêşiya guherîna feraseta avadaniya wê civakê jî vedike. Îradeya siyasî ya aîdî pergalê, desthilatdariya navendî, têkiliyên mirovan û têkiliyên malbatê ji du alî dide nirxandin, ev jî ji bo qelskirina feraseta pergala baviksalar di asteke girîng de ye. Ev têkoşîn wê edaletê û azadiyê bikaribe bîne.

Ji ber van sedeman têkoşîna ku jin dimeşîne, bandoreke xurt li geşedanên siyasî yên heyî dike. Ev bandor ji ber zexta çanda siyasî ya mêrserwer an nayê nîşandan û an jî bi awayên biçûk tê biçûkxistin. Dema ku em bi çavê jinan li siyaset, geşedan û pirsgirêkên civakî dinihêrin, herçiqas nayê xwestin ku were dîtin jî ked û têkoşîna jinan guherîn û veguherîneke girîng diafirîne. Qelsbûna rêxistinbûna di vê meseleyê de pergala serwer xurt dike û serkeftina di rêxistinkirinê de jî pergala serwer qels dike. Ji ber ku ji ber vî tiştî pergal keda jinan, gotin û çalakiya wê biçûk dixe û tirsa wê ji ber vî tiştî ye. Di sala 2021’an de têkoşîna jinan li gelek derên cîhanê rê li ber geşedanên girîng vekir, li hinek deran jî ji ber ku qels e, jin û civak qels kir. Li cîhana me ev bêhevsengî heye. Bi afirandina yekîtiya jinan em dikarin vê bêhevsengiyê ji holê rakin.

Têkoşîna azadiya jinan a ku li Kurdistanê ava bû û gerîlatiya jinên azad îsal jî gelek geşedanên xurt zeft kiriye. Jinan di hemû qadên têkoşînê de cih girtine, roleke çalak wergirtine û nasnameya têkoşînê di gelek çalakiyan de danîne holê. Ev çalakbûn ji bo doza azadiyê ya Kurdan hatiye kirin û di heman demê de ji bo pirsgirêka jinan jî hatiye geşkirin. Em Hêzên YJA Starê me her du aliyên têkoşînê xistiye rojeva xwe û me çalaktir kir. Me karakterê xwe yê dînamîk û çalakger bi afirandina taktîkê û dewlemendiyê geştir kir. Di nava salê de di vî warî de geşedanên mezin hate kirin. Hedef ev e bêtir li ser pirsgirêkê jinan were sekinandin, hewdana çareserkirinê were zêdekirin, ser rojevên taybet çalakiyên gerîla were geşkirin û pêşiya qirkirina jinan were girtin.

Li dijî vê rastiya siyaset û leşkeriyê ya giranbûyî ku bi destê zilamê serwer ve hatiye kambaxkirin pir girîng e ku em bi dilê xwe yê jin, bi mêjî û wêrekiya xwe têbikoşin, bi nirxên aidî nasnameya xwe gerîlatiya jina azad ava bikin. Rojhilat û cîhan her ku diçe dikeve ber bandora têkoşîna rêxistinî ya hêzên parastina jinê ku her roja diçe xwe zêdetir nas dike û bandorê li ser geşedanan dike. Sala nû li ser geşedanên ku bi têkoşînê tên û nakokiyên ku hê nehatine feşkilandin pêşwazî dikin. Ji vî alî ve di mijara destkeftiyan de em bi rengekî hêvîdar, zindî, li ser çareserkirina problêm ku nehatine çareserkirin jî bêhtir têkoşer, bi israr û biryardar in. Sala 2022'an ji vî alî ve wê bibe saleke zêdetir xwedî îddîa, pêşkeftîtir û zêdetir bandorker.

Dewleta Tirk bi êrîşên dagirker, bi propagandaya mezin ku 'PKK'ê biqedîne' kete sala nû. Lê piştre hikûmeta AKP-MHP'ê hate ber hilweşandinê. Di şer de li dijî gerîla her cure rêbazên gemarî, çekên kimyewî bi kar anî. Berxwedana gerîla ji bo ku desthilata Tirk were vî halî, çiqasî karîger bû?

Mêtingeriya dewleta Tirk ji 27'ê Mijdara 1978'an ku partiya me hatî avakirin û heta niha, 43 salan got ew ê me biqedîn, kevirekî jî nede. Binavkirina operasyonên yên bi navên sandvîç, pola, melkes û gelekên din armancên xwe diyar dike. Herî dawî navê pençe piling, pençe birûsk li êrîşên dagirker kir. Derewên xwe hindî wiha dubare kirin, bawer kirin ku îsal di demeke kurt de encameke teqez bistînin. Ango piştî deverekê êdî ji derewên xwe bawer kirin. Dema ku em ketin zivistana 2021'an gotin ev ê zivistana dawî ya PKK'ê be. Lê bi şerê bêhempa yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hikûmeta AKP-MHP'ê ketiye zivistana xwe ya dawî. Ên ku dixwazin PKK'ê bifeşkilînin ew bi xwe hatine ber halê feşkilîne.

Hêza ku ditirse û bêgav dimîne ji bo ku xwe xilas bike her tiştî dike. Ji ber vê îsal li dijî hêzên me yên gerîla çekên kimyewî hatine bikaranîn. Faşîzm dema ku ditengije û fêhm dike wê têk biçe her tiştî dike. Bi çekên kimyewî û qazanên bi tonan şerê dijî ciwanên di bihara jiyana xwe de nemerdî ye. Ev êrîş bi qeleşî ne. Me gelek caran bang li OPCW'ê, raya giştî ya cîhanê jî kir. Dikarin li cihê cihê lêbikolin bê ka çeka kimyewî hatiye bikaranîn an na.

Em tevgereke ji xwe bawer in. Em pê dizanin bê ka çi çima dibêjin. Têkilî bikaranîna çekên kimyewî me daxuyanî ji bo gelê me û raya giştî da. Lê ev ne bes in. Bi qasî yên ku van dikin ên ku li bara kirinên li Kurdistanê bêdeng mane, divê ew jî ji mirovbûna xwe fedî bikin. Lê berxwedana gerîlayan û çalakiyên karîger faşîzm dîn kir. Em êrîşên hê şêttir ji vê hikûmeta faşîst hêvî dikin. Ji ber ku em pê dizanin bê ka çendî tengijîne û bêgav mane. Li bara van êrîşan peywira gerîla berxwedan e. Gerîla berxwedanî ye. Berxwedanî û serkeftin e. Li çiyayên serhildêr ên Kurdistanê helwestên wiha esîl derketin holê. Li dijî wê rastiya mirovî ya li ya xwe, madîyatparêz, ji mirovbûnê hatî dûrxistin û kirin asta biyolojîk a sedsala 21'ê jiyana bi mirovên wiha re, hevaltiya bi wan re, şerê bi wan re yê di eynî mewziyê de jî mirov pê şanaz dibe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşana wê ye ku pergala kapîtalîst çi jî bike wê nikaribe daxwaza azadiyê ya mirov tine bike, ji nirxên sincî û polîtîk a civakê qut bike, heqîqeta vê ya berbiçav e. Gewherê mirov bi ser azadî, xweşikî, qencî û rastiyê ye. Her çendî ev gewher were kokirin û bixwazin tine bikin jî gerîla prototîpa mirovê azad e û di şexsê xwe de jiyana azad gav bi gav dihone.

Wê bidome…