Çeteyên Roj vê sibehê li nuqteya kontrolê ya Bakirman a Akrê bicih bûne

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Garê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê kir û şûnde 6 kesên ji çeteyên Roj li nuqteya asayîşê ya Şermîn a ketina bajarokê Bakirman a Akrê.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Garê ya Herêmên Parastinê yên Medayayê kir û şûnde, çeteyên Roj li nuqteya asayîşê ya Şermîn a ketina bajarokê Bakirman a Akrê ya Başûrê Kurdistanê.

Çavkaniyan anî ziman ku koma çeteyên Roj a ji 6 kesan pêk tê, nuqteya asayîşa Şermîn dewir girtin, di nava saetên rojê de jî ev hejmar zêdetir bûne. Hate gotin ku yek ji wesayîta çeteyên Roj tije konserve û xwarinên amade li herêmê bicih bûne.

Çeteyên Roj ên li bajarokê Bakirmanê bicih bûne, balkêşe ku dikeve pêşberî Garê ya ku êrîş hatiye destpêkirin û helîkopter lê digerin.