Çeteyên JOH'ê li Qelqeliyê bombe avêtin malekê û mal şewitandin

Li Wanê li gundê bi navê Mollatopûz ê Qelqeliyê di destê sibehê de çeteyên JOH’ê dora malan girtin û bombeyeke destan avêtin malekê. Ji ber bombeyê agir bi malê ket.

Li gorî ku gundî dibêjin, li Wanê li gundê Mollatopûzê yê Qelqeliyê çeteyên Tîmên Taybet ên Jendemreyan (JOH) bi tankan dora malan girtine û ji gundiyan re gotine, "Îxbar heye, ji malên xwe derkevin." Leşker piştî ku li nava malan geriyan bombeyên deng û destan avêtin malan. Ji ber bombeyê agir bi xaniyekî ket.

Piştî avêtina bombeyan yekîneyên JOH’ê gund terikandin.

Gundî ji bo dozê vekin, xwe amade dikin.

Şêniyên gund wisa qala bûyerê kirin, "Bi tankan dora mala me girtin.  Piştî ku bombe avêtin nava malê, agir bi malê ket. Bi îxbareke sexte mala me şewitandin. Li ku herê hatiye dîtin ku bi bombeyan lêgerîn pêk were. Em ji rayedaran dixwazin ku vê bûyerê zelal bikin."

Parlementerê HDP’ê Wanê Lezgîn Botan têkildarî bûyerê got ku, gund ketiye bin ablûkayê û jendirmeyan bi bombeyan êrîşî malan kirine. Botan diyar kir ku ji bo vê bûyerê ew ketine nav hewldanan.

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê jî ev bûyer piştrast kir û diyarkirin ku piştî lêkolînê ew ê daxuyaniyekê bidin.