Çeteyên DAÎŞ'ê li Germiyanê 2 şivanên Kurd revandin

Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarokê Kifrî yê Germiyanê 2 şivanên Kurd revandin.

Li herêma  Zinane ya ser bi bajarokê Kifrî yê îdareya Germiyanê, çeteyên DAÎŞ'ê piştî nîvro 2 şivanên Kurd Mihemed Hisên Elî (17) û Sebah Hesen Reşîd (20) revandin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Rêveberê Zinane Wehab Ehmed ragihand ku 2 şivan li gundê Qela ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin û ber bi cihek nediyar ve hatine birin.

Her wiha Fermandarekî Leşkerî yê li herêma Zinane revandina şivanan piştrast kir û destnîşan kir, ku herdu şivanên hatin revandin pezê xwe biribûn nêzîkî gundê Şoraw ku ew herêm dikeve nava herêma di bin destê çeteyên DAÎŞ'ê de.