Çeteyên DAÎŞ'ê li Daqûqê êrîş kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê destpêkê êrîşî sivîlan kirin, piştre êrîş birin ser navendên hêzên Heşdî Şabî.

Çeteyên DAÎŞ'ê şeva Şemiyê li navenda navçeya Daqûqê ya Kerkûkê êrîş kirin. Êrîşa destpêkê li dijî sivîlên Daqûqê pêk hat, ku piraniya şêniyên wê Kurdên Kakaî ne.

Piştre jî bi moşekan êrîş birin ser navendên Heşdî Şabî.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneya Daqûqê 5 endamên Heşdî Şabî ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûne.

Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin, êrîş ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye kirin û hîn bêhtir hêzên leşkerî ber bi herêmê ve hatine şandin.