Çeteyên DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
Çeteyên DAIŞ'ê gundê Lihêban ê navçeya Sergeran ku duh bi şev êrîş biribû ser şewitand.
Çeteyên DAIŞ'ê gundê Lihêban ê navçeya Sergeran ku duh bi şev êrîş biribû ser şewitand.
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîş biribûn ser gundê Lihêban ê navçeya Sergeran a Kerkûkê. Gundiyan ji ber êrîşê daxwaz ji artêşa Iraqê û pêşmergeyan kiribûn ku bi hewara wan ve herin, lê ne artêşa Iraqê û ne jî pêşmerge bi hewara gundiyan ve neçûbûn.
Li ser vê xelkê gund li dijî DAIŞ'ê parastina xwe kiribû û îro berê êvarê neçar ma ku gund vala bikin û jê derkevin.
Li gorî hin dîmenên li ser medya dîjîtal hatine belavkirin, diyare ku piştî terikandina gundiyan çeteyên DAIŞ’ê ketine nava gundê Lihêban û xaniyên welatiyan dişewitînin.
Heta niha gelek caran çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Lihêban kirine.