Çend wêne ji xweza û gerîlayên Kurdistanê

Çiyayên Kurdistanê bi rengê biharê xemilîn. Çend wêne ji xweza û gerîlayên Kurdistanê.

Li çiyayên Kurdistanê çîroka her kaniyekê heye, şahidê dîrokê ne. Îro jî şahidiyê ji kêfxweşiya gerîla re dike.

Bi hatina biharê re deşt û zozan xemilîn, kanî der bûn, kulîlkên rengîn bêhn dan. Tûzik yek ji wan pinaran e ku ji bo xwarina gerîla nebe nabe.

Azadî divê di ruh de be, mirov xwe ji nebaşiyan hemûyan paqij bikin û bi xwezayê re bibin yek.

Ken li jinê tê. Dema ku ew jin gerîla be kenê li ser rû hîn bedew e.

'Me li serê çiyê hez kir, ji bo xwe bigihînin rojê'. Ji bo me rojeke ji rêzê ye, lê her roj ji bo wan destpêka serpêhatî û rêwîtiyeke nû ye.