Çelîk: Tecrîd sûc e, hesabê vî sûcî wê were dayin

Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bê rakirin û got, "Ev yek sûc e. Rojekê wê hesabê vî sûcî bê dayin."

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî. Çelîk bi bîr xist ku partiya wan projeyeke Ocalan e ku ji bo jiyana bi hev re ya hemû gel, nasnameyên çandî û pêkhateyên olî hatiye afirandin. Çelîk got, "Projeya HDK an jî HDP'ê yek ji karên herî serketî yên vê armancê ne."

'GEL JI TECRÎDÊ ACIZ E'

Çelîk diyar kir ku Ocalan hemû cihêrengiyên li Tirkiyeyê li hev civandiye û daxwaza aştî û demokrasiyê dike. Tûma Çelîk destnîşan kir ku tecrîdkirina rêberekî bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye û got, "Lewma weke partî em tecrîdeke bi vî rengî ti carî qebûl nakin. Di vê çarçoveyê de çi ji destê me tê em wê dikin. Ji bo rakirina tecrîdê em li komîsyon û qadên cuda her hewl didin."

Parlamenter Çelîk bi bîr xist ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve destûr nayê dayin ku Ocalan kesî bibîne û ji 11'ê Îlona 2016'an ji dema hevdîtina malbatê û vir ve ti agahî jê nayê girtin. Çelîk bi dewamî got, "Em qala rêberekî gel dikin ku ji ber hewldanên xwe yên aştî, demokrasî û azadiyê hatiye tecrîdkirin. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Em vê aciziya gelên xwe li Ewropayê û li vê derê dibînin. Li Tirkiyeyê sansureke cidî hebe jî em di dema karê xwe de dibînin ku mirov ji vê yekê aciz in. Ji bo ev rewş dewam neke, divê têkoşîn bê geşkirin."

'HER KESÊN DIBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ DIVÊ JI VÎ GUNEHÎ VEGERIN'

Çelîk destnîşan kir ku ti aliyekî însanî, hiqûqî û wijdanî yê tecrîdê nîne û wiha dewam kir: "Mirovên ku biryara tecrîdê dane divê tavilê ji vê şaşitiyê vegerin. Ji şaşitiyê jî wêdetir ev yek sûc e.

Yên ku niha desthilatdar in wê heta bi hetayê li ser desthilatdariyê nemînin. Her kesên ku şirîkê vî sûcî ne divê ji vî guhenî vegerin. Wê rojekê neçar bimînin ku hesabê vê bidin. Dîktatoriyên herî mezin, sîstemên zordar û paşverû yên li gelemperiya cîhanê di dawiya dawî de nesab dane gelan. Ev desthilatdarî jî wê rojekê hesabê hemû kiryarên xwe bide."