Çavê xwe dane cihê Kurdan a li komîsyona hilbijartinê

Hejmarek partiyên Tirkmen û Ereb daxwaza ji destgirtina cihekî dikin ku ji aliyê Kurdan ve tê rêvebirin û wana tawanbar dikin ku di hilbijartinên berê de sextekarî kirine.

Sê partiyên Tirkmen yên bi navên Eniya Tirkmenî, Hizba Dadperwerî ya Tirkmenî û Hizba Vefa ya Tirkmenî bi Encûmena Erebî re di civînek çapemeniyê de daxuyaniyeke hevbeş xwendin û di daxuyaniyê de piştî guhertina rêveberê nû yê komîsyona hilbijartina bilind, hilbijartin kirin. Li bajarê Kerkûkê ew erke jî para netewa Kurd e.

Her wiha di daxuyaniyê de ew çar partiyên Tirkmenî û Erebî, rêveberê buroya Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinên Iraqê bi sextekarîkirinê ve tawanbar dikin.

Berdevkê Encûmena Siyasî ya Erebî Hatem Taî di civîna çapemeniyê de got: “Em bi sê partiyên Tirkmenî re bi awayek hevbeş daxwaz dikîn ku erkê serokê şaxa Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinên Iraqê bê desteserkirin, mayîna wê erkê di destê aliyekî diyar dibe sedema gef li ser neteweyên din ên Kerkûkê. Tevî ku berê jî parlementer û girseya Ereb û Tirkmen ew bingeha komîsyona wan ya li bajarê Kerkûkê redkiriye, lê danîna rêveberê nû yê komîsyonê li Kerkûkê ji me re dibêje ku ji niha ve hin alî dixwazin bi rêya wê rêveberê ve hin berjewendiyên xwe pêkbîne û bi mebesta çewaşekirina destkeft û daxwaza dengderên Ereb û Tirkmen e.”

Her wiha Hatem Taî şaxa Kerkûkê ya komîsyona hilbijartinê tawanbar dike ku di hilbijartinên sala 2018’an de sextekarî kiriye û dibêje: “Em daxwaza hilbijartinekî zelal, paqij û eşkere dikîn ku tevlîbûna hemû alî û netewe têde hatibe diyarkirin. Ji ber ku tecrûbeya me ji sextekariya wê bingeha dawî ya komîsyonê heye ku di hilbijartinên sala 2018’an de hatiye kirin. Em danîna serokê komîsyona Kerkûkê û kabîneya wê reddikîn, her wiha red dikîn ku erka rêvebertiya komîsyonê ya Kerkûkê bê sûîstîmalkirin ku ji sala 2005’an ve ji aliyê neteweyek diyarkirî (Kurd) tê bi rêvebirin.”