Çavê qeyûm li navê Karakoyun ê ku hatî kuştin jî bar nebû

Atif Çîçeklî ê ku Şaredariya Edremîtê desteser kirî navê Taxa Firatê ku navê xwe ji Firat Karakoyun ê ku 1999’an hatî kuştin standibû, bi navê ‘’Taxa Selahaddîn Eyyûbî guherand’’.

Skandalên qeyûmê Şaredariya Edremîtê ya Wanê Atif Çîçeklî naqedin. Çîçeklî ku beriya niha li ser gorên Ermenan lavabo dayî çêkirin,ferman dabû mamosteyan ku ‘şêniyên taxê deq bikin’, niha jî navê Taxa Firatê guherand. Piştî ku Wanê staûya Şaredariya Mezin a Wanê bi dest xistî Şaredariya Edremîtê ya DBP’ê navê Firat Karakoyun ku 1999’an bi ji hêla polîsan ve hatibû kuştin li taxekê kiribû û navê wê kiribû Taxa Firatê.

 ‘HIŞMENDIYA KU KARAKOYUN KUŞTÎ ŞAREDARIYAN RÊ VE DIBIN’

Piştî ku Çîçeklî bû qeyûm çend caran polîsan êrîş birin ser tabeta Firatê ya têketa taxê. Derbarê mijarê Hevseroka Şaredariya DBP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn got, hişmendiya ku 1999’an Firat Karakoyun li naverasta kuçeyê kuştin niha şaredariyan rê ve dibin.

Çetîn got, ‘ên ku qîma xwe bi kuştina Karakoyun neanîn niha çavê wan li navê wî jî bar nabe’ û got, ‘’Me li gorî daxwaza gelê xwe navê Firat da taxê û ev biryara me ji hêla walîtiyê ve jî hatibû qebûlkirin. Karê ku niha hatî kirin jî bi temamî bê isûlî ye.’’