Çar parçeyên Kurdistanê xwe ji bo yekîtiya neteweyî amade dikin

KNK'ê ku dest bi karê ji bo platforma nîqaşê ya yekîtiya neteweyî kir, rojên 15 û 16'ê Tîrmehê komxebatekê pêk tîne û amadekariyên ji bo vê qedandiye.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, wê 15 û 16'ê Tîrmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê pêk were. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, piştî ku roja 13'ê hezîranê li Silêmanî daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku ew ê ji bo pêkanîna platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî dest bi hewldanan bike, bi dehan partî, rêxistin, hêzên siyasî û kesayetên li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re hevdîtin kir.

12'Ê HEZÎRANÊ DEST PÊ KIRIBÛ

Heyeta KNK'ê ya bi serokatiya Alîkarê Hevserokên Giştî yên KNK'ê Tahir Kemalîzade, 12'ê Hezîranê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Di vê pêvajoya hesas de, em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê berpirsyariyên dîrokî yên careke din tînin bîra hemû partiyên siyasî. Ev wezîfeya dîrokî li ber me hemûyan e. Pêwîstiya hemû gel, bawerî, mezheb û olên li Kurdistanê îro bi yekîtiya neteweyî heye. Ji bo dîroka bihurî li Kurdan dubare nebe, ji bo careke din Kurdistan wêran nebe, ev yek wezîfeyeke neteweyî ye." Û piştî vê daxuyaniyê dest bi karê ji bo  yekîtiya neteweyî kir.

'HEMÛ PARTIYAN NÊZÎKATIYEKE ERÊNÎ NÎŞAN DAN'

Heyeta KNK'ê serdana nûner û navendên hemû partiyên li çar parçeyên Kurdistanê dixebitin, kir û di mijara "yekîtiya neteweyî, girîngiya yekîtiya neteweyî û stratejiya neteweyî" de nêrînên xwe parve kirin. Heyeta KNK'ê, pêşniyar û rexneyên partiyên siyasî li gel xwe nivîsand, ku di platforma nîqaşê ya hevpar de bixe rojevê. Alîkarê Hevserokên Giştî Tahir Kemalîzade der barê hevdîtinan de agahî da ajansa me û got, "Hemû hêzên siyasî û kesayetên me serdana wan kirin, di çarçoveya rewşa Rojhilata Navîn de bal kişandin ser aciliyeta yekîtiya gelê Kurd. Her wiha ji aliyê rêbazê ve pêşniyar kirin. Me jî ev hemû nivîsandin."

DEMA PLATFORMÊ HATE EŞKEREKIRIN

Piştî ku li bajarên Hewlêr û Silêmanî yên Başûrê Kurdistanê, bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê û kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê hevdîtin hatin kirin û partî û rêxistinan nêzîkatiyeke erênî li vî karî nîşan dan, KNK'ê roja 3'ê Tîrmehê civîneke çapemeniyê lidar xist û dema pêkhatina platforma nîqaşê ya ji boyekîtiya neteweyî eşkere kir. Di vê civînê de, ku li Silêmanî pêk hat, hate ragihandin ku bi beşdariya 300 heta 350 delegeyî platformeke nîqaşê ya li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd li Silêmanî pêk were."

HEVDÎTINA BI REWŞENBÎR Û NIVÎSKARAN RE

KNK'ê, ku ji aliyekî ve bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt, li aliyê din jî bi rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, rûspî, hiqûqnas û kesayetên navdar ên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê re hevdîtin kir, li ser mijarê nêrîn, pêşniyar û rexneyên wan girt. Ji bilî partiyên siyasî, KNK'ê bi 1.500 kesayetên ji çar parçeyên Kurdistanê re rûnişt û nêrîna wan girt.

Heyeta KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê lib ajarên Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Helebce û Silêmanî, bi rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rûspî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û pêşmergeyên dêrîn re civîn lidar xist. Bi rewşenbîr û rûspiyên ji Rojhilatê Kurdistanê re jî hevdîtin kir. Heyetên din ên KNK'ê jî li Rojava û Bakurê Kurdistanê di heman demê de heman kar kirin, bi sedan kesayetî re hevdîtin kirin û nêrîna wan girtin.

CIHÊRENGINIYA LI KURDISTANÊ JÎ WÊ CIH BIGIRE

Heyetên KNK'ê, ji bo hemû cihêrengî di platforma hevpar a yekîtiya neteweyî de cih bigirin bi Êzidî, Kakaî, Hewramî, Şabek, Feylî, Elewî, Yarsaniyan re jî hevdîtin kirin. Endamê KNK'ê Ferhat Dostkî ragihand, ku wan bi van derdorên xweser ên civaka Kurd re jî hevdîtin kirine, ji wan xwestine ku tevlî bibin û got, "Ev hevdîtin jî erênî derbas bûn. Van derdoran gotin k uew ê jî tevlî civînê bibin."

WÊ 300-350 DELEGE TEVLÎ BIBIN

Tê payin ku Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, piştî amadekariyeke mehekê ya li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, bi beşdariya 300-350 delegeyî rojên 15-16'ê Tîrmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê were lidarxistin. Li gorî agahiyên ji aliyê Dostkî ve hate ragihandin, wê 150-180 ji van delegeyan ji partiyên siyasî bin, yên mayî jî rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rûspî, kesayetên serbixwe û derdorên cuda yên civakê be.

VEXWENDÎNAME HATIN ŞANDIN

KNK'ê ji bo tevlîbûna li şêwrê, bi zaravayên Kurmancî û Soranî vexwendîname ji hemû partiyên siyasî û kesayetên bi wan re hevdîtin kirin, şand. Dostkî der barê amadekariyên teknîkî yên civînê de agahî da û got, "Me dest bi şandina vexwendînameyên xwe kirine. Li salona ku em ê civînê lê lidar bixin, amadekariyên dawî tên kirin."

TENÊ ROJEVEK WÊ HEBE, EW JÎ YEKÎTÎ BE

Alîkarê Hevserokên Giştî yên KNK'ê Tahir Kemalîzade ji ajansa me re ragihand, ku tenê rojeveke vê civîna 2 rojan wê hebe. Ew jî wê yekîtiya neteweyî be.

PARTÎ Û RÊXISTINÊN KU KNK'Ê HEVDÎTIN BI WAN RE KIR

KNK'ê di nava mehekê de bi 57 partiyên siyasî, rêxistin, bi dehan komele, sendîka, tevger û zêdeyî 1.500 rewşenbîr, akademîsyen, rûpsî, nivîskar û kesayetên serbxwe yên li çar parçeyên Kurdistanê re hevdîtin kir. Ji 12'ê Hezîranê û vir ve heyetên KNK'ê bi van partî û rêxistinên Kurdistanî re hevdîtin kir:

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK)
Tevgera Goran
Partiya Îslamî ya Komela
Partî Demokratî Kurdistan (PDK)
Hizbî Zehmetkêşan
Yekgirtû Îslamî
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Bizûtneweyî Îslamî
Koma Civakên Kurdistanê (KCK)
Tevgea Demokratîk a Gelê Kurdistanê
Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK)
Tevgera Azadî
Partiya Demokrat Sosyalîst a Kurdistanê
Bereyî Demokrasî û Gel
Reftî Çaksazî Sosyalîst
Partiya Parezgeran
YRDK
BDGK
Hizbî Rizgarî Kurdistan
Bizûtneweyî Rizgarî Demokratî Kurdistan
Partiya Neteweyî Kurdistan
Hizbî Pêşkeftinxwazî Kurdistan
Bizûtneweyî Aştîxwazî Kurdistan
Partî Soûzî Kurdistan (Kesk)

BAKURÊ KURDISTANÊ

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
DDKD
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Partiya Sosyalîstên Kurdistan (PSK)
Partiya Sosyalîzm û Azadîxwaz (OSP)
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê (T-KDP)
Partiya Azadiya Kurdistan (PAK)
HAK-PAR
NÛBIHAR
Tevgera Azadî
DÎTAM

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Partiya Kedkar û Şoreşgerên Kurdistana Îranê (Komala)
Partiya Komunîst a Îranê (Komala)
Partiya Komunîst a Îranê (Komala)
Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê (PDK-Î)
Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK)
Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK)
Tevgera Sazûman

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Eniya Neteweyî ya Kurdên li Sûriyeyê (Ji pênc partiyan pêk tê)
Yekîtiya Çepgir û Demokratên Kurdên li Sûriyeyê (Ji pênc partiyan pêk tê)
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdên li Sûriyeyê
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Partiya Biratiyê ya Kurdistanê
Meclîsa Neteweyî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS)
Partiya Azadî ya Kurdistanê
Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM - Ji şeş partiyan pêk tê)
Kongreya Star
Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Azad
Meclîsa Eşîrên Kurd
Mala Êzidiyan