'Çanda berxwedana Tevgera Azadiyê îro di şexsê gerîlayan de li Kurdistanê şênber bûye'

Fermandar Amed Malazgirt bi minasebeta salvegera 43’emîn a PKK’ê ji ANF’ê axivî û got; ‘Dîroka PKK’ê bi tekoşîn û berxwedanan tijî ye. Çanda berxwedana tevgera azadiyê îro di şexsê gerîlayan de Kurdistanê şênber bûye.

Nirxandinên Fermandar Amed Malazgirt giştî wiha ye:

‘‘Em di serî de 43’emîn Salvegera Partiya me PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên şoreşa Kurdistanê, berxwedêrên Zindanan û li gelê Kurd pîroz dikin. Partiya me 43 salên bi tekoşîn û bi berxwedanê tejî li pey xwe hişt û dikeve sala xwe ya 44’emîn. Ev 43 salin tevgera me li hemberî hêzên emperyal û dagirker bi şeklekî çalak û fedaîyane şer dike û wê ji vir şûndê jî, bi biryardariyeke ku ji her salê mezintir li hemberî van hêzan wê şer bike. Partiya me karakterê xwe yê berxwedêr û têkoşînê ji koma destpêkê, ji hevalê Mazlum Doxan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuşan wergirt û ev nîv esir e ciwanên Kurd li ser vê bingehê û di oxira Kurdistaneke Azad de şer dikin û canên xwe feda dikin. Wekî komên destpêkê xwe ji agir ava kirin.

ARMANCA DARBEYA 12 ÎLONÊ EV BÛ KU TEVGERA AZADIYÊ TASFIYE BIKIN

Bi du gotinên Rêber Apo ya bi şeklê “Kurdistan Mêtîngeh e” li hemberî faşîzma dewleta Tirk gelek xebatên partîbûnê destpêkir. Di pêşengiya Rêber Apo û rêheval heqî Qerer, Kemal Pîr, Mazlum Doxan, Xeyrî Durmuş û bi dehan hevalên dinê de ji bo Azadiya Kurdistanê gelek xebat hatin kirin û di 27’ê Mijdara 1978’an de bi şeklekî fermî damezirandina partiya karkerên Kurdistanê PKK hat ragihandin. Bi vê yekê re li Bakûrê Kurdistanê gelek xebatên Sîyasî jî bi rêve çûn. ji ber van xebatan gelê Kurd hêdî hêdî ji xewa mirinê radibû û artêşa Tirk jî li vê yekê hesiyabû. Piştî damezirandina PKK’ê di 12’ê îlona sala 1980’an de artêşa Tirk dest danî li ser rêveberiya dewletê ango derbeya leşkerî Pêk anîn. Di esas de ev derbe li hemberî Partiya Karkerên Kurdistanê hatibû pêk anîn û armanca wê ew bû ku tevgera azadiya Kurdistanê bi giştî tesfiye bikin.  Di armanca vê cuntaya leşkerî de gelek partî pêkhateyên siyasî hebûn. Lê belê di esas de ev derbeya leşkerî li hemberî partiya me PKK’ê pêk hat. Dîroka Têkoşîna me ya leşkerî ji wan çaxan destpê kir û heya niha jî em li hemberî faşîzm û dagirkeriyê şer dikin. Ev jî di saya berxwedanvanên me yên zindanê pêk hat. Di zindana Amedê de li hemberî cuntaya leşkerî û faşîzma Tirkiyê rêhevalên me dest bi berxwedaneke mezin kirin. Di vê zindanê de hevalên me serî li zulm û êşkenceyên artêşa Tirk netewandin û bi rojiyên mirinê, bi çalakiyên xwebexş li hemberî artêşa Tirk dest bi têkoşînê kirin. Di encama van çalakî û berxwedanan de rêheval Mazlum Doxan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û bi dehan hevalên dinê şehîd ketin. Van hevalan bi berxwedana xwe plana tesfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê ya cuntaya leşkerî vala derxistin û berxwedan û şehadeta van hevalan bu wesîle û hêviya azadkirina gelekî, bû hêviya azadiya gelê Kurd.

Ji van şehadetan şûnde Rêber Apo ji bo tola van hevalan rabike biryara artêşbûnê wergirt û ARGK wê demê hat avakirin. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de jî li Erûh û Şemzînanê di pêşengiya Rêheval Fermandar Egîd de guleya destpêkê li dagirkeriyê hat xistin. Hikûmeta Tirkiyê wê demê digot; “çend kesin, em ê wana di hundirê 24 saetan de tine bikin.” Dûvre careke dinê gotin; “emê wana di hundirê 72 saetan de tine bikin.” Lê ev bû 44 sal Partiya Karkerên Kurdistanê li hemberî faşîzma Tirkiyê şer dike. Belkî ev di cihanê de 72 saetên herî dirêjin. Piştî vê çalakiya ku di pêşengiya rêheval Egîd de li erûh, şemzinan pêk hatî gelê Kurd jî xwedî li PKK’ê derket. Bi hezaran ciwanên Kurd tevli PKK’ê bûn û her diçû PKK û artêşa wê ARGK mezintir dibû. Hem xurt, hem jî jinên Kurd ref bi ref berê xwe didan çiyayên Kurdistanê. Serok Apo ji bo azadiya jinê jî gelek xebat li ser artêşbûna jinê birêve bir û di salên 90’î de jî artêşa jinê avakir. Bi vî awayî jinên Kurd jî di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê û azadiya jinê de bi şeklekî çalak cihê xwe girtin. Mînakên herî bedew jî hevala Bêrîtan û Zîlane. Hevala Bêrîtan li hemberî xeta hevkar û îxanetkar a Kurd heya guleya xwe ya dawiyê şer kir û ji bo dîl nekeve destê xeta hevkar xwe ji zinarên herêma Xakurkê avêt û şehîd ket. Hevala Zîlan jî ji bo bersiv bide plan û komployên li ser Rêber Apo xwe di nava dilê dijmin de teqand û di nava tevgera me de xeta fedayîtiyê pêş xist. Xeta azadiya jinê, xeta tevgera jinê jî li ser bîr û baweriya van hevalan hat avakirin.

GERILAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DA

Wekî me gotî dîroka PKK’ê bi tekoşîn û berxwedanan tijî ye. Ji kêliyên destpêkê heya niha vê tevgerê li hemberî hemû cureyên dagirkerî, qirkirin û emperyalîzmê şer kiriye. Dîsa îro şopdarên Mazlum, Kemal û Xeyriyan li Avaşîn, Zap, Xakûrkê, Heftenîn û Metînayê li hemberî planên dagirkeriya artêşa Tirk şer dike. Çanda berxwedana tevgera azadiyê îro di şexsê gerîlayan de li giştî Kurdistanê jiyan dike. Ji avabûna PKK’ê heya niha dewleta Tirk jî êrîşên xwe yên li ser tevgera me ya azadiyê ne rawestandiye. Di bihara îsal de dîsa artêşa Tirk bi mebesta tinekirina tevgera azadiyê li Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi tevgerekî kir. Dîsa li hemberî vê tevgera dagirkeriyê, gerîlayên azadiya Kurdistanê berxwedaneke dermirovî nîşan da ango raber kir. Li herêma Avaşîn, li devera Mamreşo, Mervanos bi taybetî jî li devera Werxelê hevalên me li hemberî artêşa Tirk şerekî gelek mezin kir. Her wiha li Zapê, li deverên Qela Bêdewê û Cîloyê Piçûk dîsa hevalên me derbên giran li artêşa Tirk da. Artêşa Tirk beriya niha 37 salan ji bo pêşengên partiya me gotibûn ku, çend kesin em ê di hundirê 24 saetan de wana tine bikin. Dîsa bi heman armancê îsal berê xwe da van herêman. Plana wana ew bû ku di van operasyonên xwe de gerîla tine bikin. Lê belê wekî 37 sal berê îro dîsa ji destên gerîlayan derb xwarin. Me jî li hemberî tevgerên dagirkeriya artêşa Tirk pêngava Bazên Zagrosê da destpê kirin û bi taybetî li herêma Avaşîn û Zapê û dûvre jî li herêma Xakurkê bi vê pêngavê me gelek derb li artêşa Tirk dan. Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîdên pêngava Bazên Zagrosê, hevalên Cumalî Çorum, Serhed Gravî, Rûken, Çavrê û Delal de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wana ditewînin.

Hevalên me, li giştî Herêmên Parastina Medyayê, li Zagros, Heftanîn û Metînayê bi ruhê avabûna partiya me PKK’ê 43’emîn salvegera Tevgera me ya azadiyê bi berxwedanê pêşwazî kirin. Li giştî Herêmên Parastina Medyayê îsal artêşa Tirk gelek windahî li hemberî hevalên me dan. Artêşa Tirk hemû hêza xwe ji bo tinekirina gerîla seferber kiribû. Hemû teknîka xwe ya ku jêre dibêjin pêşketiye ji bo vê yekê seferber kirin. Heta ev jî têrê nekir li hemberî gerîla gelek caran gaz û çekên kîmyewî bi kar anîn. Me gelek caran di derbarê vê yekê de raya giştî agahdar kir. Him jî me hemû bêehlaqiyên artêşa Tirk bi belgeyan ispat kir. Lê belê ji ti kesê bertekek bi hêz derneket. Yek dewletên Ewropayê ku ji xwe re dibêjin “em parezwanên mafên mirovane” helwest li hemberî vê yekê nîşan nedan.

di encama van sucên şer de hevalên me jî şehîd ketin. Dîsa kesê dengê xwe dernexist. Bi wesîleya vê rojê em bangawaziyên xwe yên berê me kirî dubare dikin ku her kes li hemberî van sucên şer ên artêşa Tirk helwestê xwe raber bike.

Her sala ku diçe şer li Kurdistanê geştir dibe, êrîşên dijmin zêdetir dibin. Û her sal ji sala berê zêdetir gerîla li ber xwe dide. Wisa xuya ye ku artêşa Tirk piştî binkeftina xwe ya li Herêmên Parastina Medyayê xwe amade dike û dibe ku sala pêşiya me êrîşên dijwartir jî pêk bîne. Lewma em ê wekî gerîla di sala 44’emîn de ya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de, bi pêngava dem dema azadiyê ye û bi ruhê 14’ê Tîrmehê li hemberî hemû cureyên dagirkerî û qirkirinê têkoşîn bikin. Bi vê wesîleyê em dubare vê rojê li Serok Apo, Berxwedêrên Zindanê, hemû hevalan û gelê me yê welatparêz pîroz dikin.’’