Çalakvanên Mexmûrê: Çawa ku Nelson Mandella azad bû, divê Rêbertiya me jî azad bibe

Çalakvanên nobeta çalakiya li dijî tecrîdê, diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, ew ê tenê xwe bi çalakiya nobetê sînordar nehêlin û gotin: “Heta ku azadiya Rêbertî tê mîsogerkirin, em ê şev û roj li ser piyan bin.”

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li seranserê cîhanê çalakî, standên agahdarkirinê û kampanyayên îmzeyan hatine destpêkirin. Ev çalakiyên ku bi pêşengiya gelê Kurd û dostên wan ên aştîxwaz tên lidarxistin, li gelek deverên cîhanê deng vedaye. Ji bo Abdullah Ocalan ku nûneriya hemû gelên bindest dike, ev çalakî roj bi roj zêde dibin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji bo Rêberê Gelê Kurd, çalakiya nobetê hatiye destpêkirin. Çalakvanên nobeta çalakiya li dijî tecrîdê, têkildarî armanca xwe ya çalakiyê ji ANF’ê re axivîn.

 

‘EM Ê XWE TENÊ BI ÇALAKIYA NOBETÊ, SÎNORDAR NEHÊLIN’

Şêniya bi navê Kerîma Qewalî diyar kir ku ev demek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd dest bi çalakiya nobetê kirine û wiha got: “Ji bo azadiya Rêbertî, em ê tenê xwe bi çalakiya nobetê sînordar nehêlin. Em ê çalakiyên din ên weke meş û mîtîng jî li dar bixin. Em Serokê xwe di nava çar dîwaran de naxwazin. Em weke gel û jinên Kurd heta dawiyê bi Serok, gerîla û şehîdên xwe re ne û çi ji me bê xwestin, em ê bikin. Eger pêwîst bike, em ê xwîna xwe jî bidin û her fedakariyê bikin.”

Dayika Kerîma di dawiya axaftina xwe de, ev bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir û got: “Dem dema azadiya Rêbertî ye. Divê ciwan hemû ji bo azadiya Rêbertî dest bi çalakiyan bikin. Divê hemû dewlet jî ji bo Rêberê me bikevin nav tevgerê. Heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin û azadiya wî ya were mîsogerkirin, em ê şev û roj li ser piyan bin.”

‘DIVÊ DMME XWEDÎ LI MAFÊ HÊVIYÊ, YÊ JI BO RÊBERTÎ DERBIKEVE’

Mamoste Xebat Pîran jî destnîşan kir ku armanca çalakiya wan, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Ji bo Rêbertî wê gelek çalakiyên me yên din, dewam bikin. Çawa ku piştî 25 salan Nelson Mandella hat azadkirin, divê Rêbertiya me jî azad bibe. Divê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) xwedî li mafê hêviyê yê ji bo Rêbertî derbikeve. Ji ber ku ev erk û berpiryariya DMME’yê ye û Abdullah Ocalan, weke Rêberê Gelê Kurd nûnertiya hemû netewa gelê Kurd dike. Rêbertî pêşengiya hemû gelên bindest dike. Lewma divê demildest Konseya Ewropa, CPT, DMME û hemû saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) vê daxwaza gelê Kurd a azadiya Rêbertî, bi cih bînin û piştgiriyê bidin gelê Kurd. Gelê Kurd divê bibe xwedî statu û armanca Rêberê Gelê Kurd jî ew e ku gelê Kurd ji vê tunebûnê rizgar bike û bibe xwedî maf.

Divê hemû sazî û dezgehên navneteweyî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextê li ser dewleta Tirk bikin. Dibêjin em welatên demokrastî, wekhevî û edaletê ne û wisan her tiştî ji xwe didin destpêkirin, lewma divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derbikevin.”