Çalakvanên Mertalên Zindî: Têkoşîna li dijî dagirkeriyê wê dom bike

Çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li Qendîl dabû destpêkirin, piştî 3 mehan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Ciwanan anî ziman ku çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê wê bi rêbazên cuda dewam bike.

Bi dehan ciwanên Başurê Kurdistanê û endamên rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê saet 14:00`an berê xwe dan Binarê Qendîlê. Ciwan û endamên rêxistinan ji aliyê çalakvanên mertalên zindî ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî ku ciwan gihiştin Binarê Qendîl di saet 15:30’an de daxuyaniyek a çapemeniyê li ser navê çalakvanên Mertalên Zindî ji aliyê Rênwar Elî ve hat dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin; “Komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kuridstan berdewam e û me jî weke Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwanên Tekoşer li ser pêngava ‘Serî Hilde, dagirkerî ji nav bibin’, beriya 3’ê mehan vê çalakiyê da destpêkirin. Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêmê her wiha rexistinên navnetewî û aliyên peywendîdar li beramberî van komkujîyan bêdeng bun, temaşekerên van komkujî û dagirkeriyê bûn. Ji ber vê çendê me vê erkî weke ciwan girt ser milê xwe û me vê çalakiyê encam da. Armanca çalakiya me ji navbirina dagirkerî, xiyanet, azadiya Rêber Apo û şermezarkirina bêdengiya li beramberî van komkujiyan bû.

Em serdanên di nava van 3 mehan de ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên enterenosyalîst ji bo vê çalakiya me çêbûyî bi nirx dibînin. Tevlîbûna ciwanan ya vê çalakiyê ispatkîriye ku ciwanên Kurd û azadîxwaz li her derê hene û li beramberî dagirkeriyê bi hêrs in. Ciwanan li vê derê xwe li hember top û balafirên dewleta Tirk kirin mertal. Bê guman em amadene ku bi çi awayek bê xwestin di asta herî radîkal de li beramberî dagirkerî xwedî helwestbin.”

 ‘DAGIRKERÎ Û TECRÎD DEWAM DIKE’

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku dagirkeriya dewleta Tirk her wiha tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd PKK Abdullah Ocalan bi dawî nebûye û girantir bûye. Daxuyanî wiha dom kir; “Dewleta Tirk bi kilometreyan xaka Başûrê Kurdistanê bi taybet li sinorê PDK’ê derbazkirine, di nava rojê de li Şengalê komkujî pêktînin. Kerkûk, Mexmûr û tevahiya Başurê Kurdistanê tê tehdîd kirin. Li beramberî van tehdîtan jî Hikûmeta Heremê ti rol nîne û bêdengî hilbijartine. Heta li Hewlêrê jî serokê hikûmetê PKK weke dagirkerê xaka Başûr pênase kir û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûr rewa kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakiya wan gihiştiye armanca xwe û êdî xelkê Başûrê Kurdistan li beramberî van êrîş û dagirkeriyan hişyar bûne. Herwiha hat gotin ku helwesta ciwanan û gelê Başûrê Kurdistanê derbeyek bû û li rûyê dagirkerî û xiyanetê hat dayîn.

 ‘ÇALAKÎ WÊ BI RÊBAZÊN CUDA CUDA BIDOME’

Ciwanan di daxuyaniyê de diyarkirin ku wê çalakiyên wan bi awayên cuda û bihêztir dewambikin. Herî dawî jî bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin ku beramberî dagirkeriyê erkê xwe pêkbînin.

‘EM Ê BI VÎNA XWE BERSIVÊN BI HÊZ BIDIN’

Piştî daxuyaniyê pêşmergeyê dêrîn Mam Maruf li ser navê niştecihên Binarê Qendîlê spasiya ciwanan kir û got: “Ev 3 meh bû ciwanan bedena xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk li Qendîlê kirine mertal. Dewleta Tirk bi kuştin, enfal û komkujiyan nikare Kurdan tune bikin. Bila dijminên Kurdan bizanin ku Qendîl ne bê xwediye. Em ê li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemînin. Li kijan parçeyên Kurdistanê bibe bila bibe, em ê helwesta xwe nîşan bidin. Ew çiqas bi teknolojiya xwe êrîş bikin, em ê jî bi îradeya xwe ya bi hêz bersiva wan bidin.

Çalakiya mertalên zindî a ciwanan ya li Binarê Qendîl bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ û bi gerandina govendê ve bi dawî bû.