Çalakvanên li Amedê hatin destgîrkirin tenê nehatin hiştin

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zubeyde Zumrut, nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser çalakvanên li Amedê ketin greva birçîbûnê da. Zumrut got, “Yê çareseriyê dixwaze divê bi Ocalan re rûnê.” 

Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo çalakvanên ku ji bo protestokirina tecrîdê û piştgiriya Leyla Guven ketibûn greva birçîbûnê û bûn hedefa êrîşa polîsan, li ber avahiya bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberên HDP, DBP û xebatkarên partiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî avahiya HDP’ê dorpêç kir.

'HEKE HÛN ÇARESERIYÊ BIXWAZIN HÛN Ê BI OCALAN RE RÛNIN'

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zubeyde Zumrut, anî ziman ku çalakvanên ketine greva birçîbûnê hatine derbkirin û bi rakişandinê hatine destgîrkirin û wiha got:

“Erîşeke bêperwa ye. Li tu welatan êrşeke wiha pêk nayê, lê belê li Tirkiyê pêk tên. Tirkiye êrîşî mafê mirovan dike. Êrîşên tundiyê rûreşiya Tirkiyê ne. Em vê qebûl nakin.”

Ji bo dawî li tecrîdkirina birêz Ocalan bê anîn Leyla Guven kete greva birçîbûnê. Daxwazên Guvenê daxwazên me ne jî. Divê demildest ev daxwaz bên pêkanîn. Divê demildest Tirkiye dawî li tecrîdkirina Ocalan bîne. Heke Tirkiye çareseriyê bixwaze bila bi Ocalan re rûne.”

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek jî got ku duh polîsan gazî rêveberên HDP’ê Ramazan Kaval û Mustafa Akengîn kiriye ku biçin navenda polîsan û paşê jî hatine destgîrkirin.

Navê kesên hatî destgîrkirin wiha ye: Sertip Yetiş, Murat Kılıç, Hasan Oyan, Mehdiye Kartal, Savaş Babur, Tevfik Kaçar, Mehmet Yaman, Sakine Karadeniz, Latif Eminoglu, Nazım Ocal, Mehmet Şirin Karakaş, M. Şirin Daşlık, Gıyasettin Duman, Mensur Ekdemir, Ahmet Balcı, Kenan Kaydul, Veli Mutlu, Fatih Kagan Arslan, Fesih Balbey, Kemal Baran, Salih Peksoy, Medeni Hazar, Mehmet Ateş, Hayri Etyemez, Mehmet Ali Altunkaynak, Husnu Aslan, Fahri Kaplama, Sabahattin Kurt, Faruk Altun, Mehmet Taş, Şahin Kabaiş, Alişan Binen, Mehmet Abidin Kahraman, Ali Yılmaz ve Nurettin Bakan.