Çalakvanên Ereb: Pêwîst e gelên Iraqê li dijî êrişên Tirkiyê yekgirtî bin

Çalakvanên sivîl ên Ereb ên li bajarê Kerkûkê bang li hemû gelên Iraqê dikin ku bi rengekî yekgirtî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.

Nerazîbûnên partî, alî, rêxistin û welatiyên ji her kesimê yên Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê ve li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Ligel ku hin rayedar û aliyên Iraqî jî bi heman mebestî nerazîbûnên xwe nîşan didin, çalakvanên civaka sivîl ên Ereb jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwest û nerazîbûna xwe bi rêya ANF’ê anîn ziman û bang li hemû gel û pêkhateyên Iraqê kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yekgirtî bin.

‘PÊWÎST E HIKUMET LI DIJÎ TIRKIYÊ HELWESTEKE CIDÎ NÎŞAN BIDE’

Di vê çarçoveyê de Çalakvanê Sivîl ê Kerkûkî Ehmed Rehîm ku ji netewa Ereb e têkildarê destwerdan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ya li ser xaka Iraqê bi giştî û bi taybetî xaka Herêma Kurdistanê ragihand: “Destwerdanên dewleta Tirk û hemû dewletên biyanî ya li ser serweriya xaka Iraqê mijareke ku ji aliyê hemû Iraqiyan û pêkhateyên wê ve tê redkirin û em şermezar dikin. Bang li hikumeta Iraqê jî dikin ku helwesteke cidî nîşan bide û li dijî destwerdanên dewleta Tirk û dewletên din ên biyanî yên li Iraqê daxuyaniyeke xwe yê fermî hebe.”

‘ÊRIŞA TIRKIYÊ LI DIJÎ HEMÛ GELÊN IRAQÊ YE’

 Rehîm di dewamê de her wiha bal kişande ser leşkerkêşî û destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê û got ku ew êriş li gorî yasa û destûra Iraqê binpêkirineke eşkere ye li ser serweriya Iraqê. Rehîm wiha axaftina xwe domand; “Bang dikin ku di demeke herî zû de hikumeta nû ya Iraqê were avakirin da ku zû bikarin li dadgeha navnetewî giliyeke fermî li dijî vê destwerdan û êrişên dewleta Tirkiyê ya li dijî gelê Iraqê bi giştî û bi taybetî gelê Kurd e tomar bikin.”

“PÊWÎST E EM HEMÛ BI HEV RE LI DIJÎ DEWLETA TIRKIYÊ BISEKININ”

Di dawiyê de Çalakvanê Sivîl Ehmed Rehîm diyar kir ku dewleta Tirkiyê çavê xwe berdaye xaka Iraqê û dixwaza wê ya dagirkirinê heye û ev bang li gelên Iraqê kir; “Pêwîst e hemû netewe, pêkhate, partî û aliyên cuda yên Iraqê bi hev re li hemberî Tirkiyê bisekinin û pêşiya dagirkerî û destwerdana dewleta Tirk bigirin.”

‘DEWLETA TIRK GUNDAN BOMBEBARAN DIKE’

Çalakvaneke din ê Kerkûkî yê Ereb ê bi navê Reed Mihemed Ehmed jî îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Em wek çalakvanên sivîl ên bajarê Kerkûkê li dijî deswerdan û leşkerkêşiyên dewleta Tirkiyê ku li navçeyên Kurdistan û Iraqê pêk tîne ne. Em dibînin ku rojane dewleta Tirk navçeyên çiyayî yên herêma Kurdistanê û gundên Kurdan bombebaran dike, ev êriş û bombebaranên dewleta Tirk binpêkirineke eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye.”

‘DIVÊ HEMÛ IRAQÎ LI DIJÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YEKGIRTÎ BIN’

Reed Mihemed her wiha bal kişande ser bandora xirab a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser welatiyên Iraqî û got, “Ev destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk li nav xaka Iraqê pêk tîne, dibe sedemê zêdebûna rêjeya bêkarî û xizaniyê. Em wek çalavanên sivîl li dijî xizanî û bêkariyê ne û bang li hemû Iraqiyan dikin ku li dijî êriş û destwerdanên Tirkiyê ya li nav xaka Iraqê yekgirtî bin.”

‘TIRKIYE WELATIYÊN BÊGUNEH QETIL DIKE’

 Çalakvanê Sivîl Reed Mihemed Ehmed di dawiyê de behsa rola hikumeta Iraqê ya li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî; “Bang dikin ku di demeke herî zû de hikumeta Iraqê were avakirin da ku bikare ji bo pêşî li êriş û destwerdanên Tirkiyê li xaka Iraq û herêma Kurdistanê bibe xwedî helwestek cidî. Girînge ku hikumeta Iraqê pêşiya liv û tevger û destwerdanên Tirkiyê bigire. Ji ber ku Tirkiye bi rêya êrişên xwe ve welatiyên bê guneh qetil dike.”