Dîrok 27’ê Mijdara sala 1978’an e. Li Kurdistanê serhildaneke nû, jiyaneke nû ava dibûn. Vê carê ne weke berê bêamadehî û bêrêxistinî bû.
Serhed ji roja heyî heya niha li benda agahiyeke wiha bû. Û dîsa ji binê axê derxistin çekên ku veşartîbûn. Pêl bi pêl berê xwe dan çiyayan. Hemû xaka xwe bi xwîna Serhedê şûstin û jiyan bi mirinê afirandin. Dibe ku roja rizgariyê qet nebînin lê belê ji bo zarokên hê jidayîknebûyîn bibînin, bûn bedêl. Li Agirîyê, Tendûrekê, Çemçê, Golê û hemû Serhedê gerîla dan nasîn. Bi stranan azadî vegotin û govend gerandin. Dîgor, Dutax, Bazîd, Giyadîn, Panos, Xinis, Varto, Mazgîrt, Îdir û yên din jî tevlî govendên bûn. Ahmet Guler, Ahmet Kesîp, Îdrîs Okmen, Sûat Şahîn, Tekîn Kizilay, Ahmet Tosûn, Sema Yuce û bi hezaran qehremanên din derketin holê. Serhedê bi hezaran şehîd dan.
Hevrê Mûrat, di sala 1975’an de li gundê Mîrza Beg ê navçeya Dutax a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Neviyê Xalis Beg e ku Xalis Beg di nava serhildanên Agirî û Zîlanê de bi awayekî aktîf cihê xwe girtiye. Halis Begê welatparêz û derdora wî piştî serhildanan tên sirgûnkirin û berê wan didin zindanan. Vê malbatê jî ji zulma dewleta Tirk a faşîst para xwe standiye. Lê belê di nava malbatê de kevneşopiya berxwedêriyê tim berdewam kiriye ku heya roja me ya îroyîn jî ev yek berdewam dike.
Bi îlankirina PKK’ê û destpêkirina çalakiyan a li qada Serhedê re, malbata hevrê Mûrat dibin mezintirîn piştevanê partiyê. Hem maddî, hem manewî û hem jî bi xebatên aktîf piştevaniya têkoşînê dike. Gelek xizmên malbatê tevlî nava refên gerîlayan dibin, glek jî dikevin zindanan yan jî xebatên milîstiyê dikin. Ji ber vê yekê jî di salên 90’î de dijmin dubare berê xwe dide vê malbatê. Dîsa sirgun, girtin û êşkence. Rejîma faşîst hewl dide ku malbatê teslîm bigire û ji têkoşîna neteweyî dûr bixe. Dema ku dibîne nikare vê yekê pêk bîne, dest bi êrîşên dijwar dike. Hevrê Mûrat di encama van êrîşan de biryara xwe dide û tevlî nava refên gerîlayan dibe.
Gerîlatiya li Kurdistanê ne tiştekî hêsan e. Dil û îradeyeke mezin dixwaze. Hevrê Mûrat jî di demeke kurt de hînî jiyana gerîlayan dibe ku ew di zarokatiya xwe de nas dike û gelekî li gel gerîlayan maye. Destpêkê qasidiyê dike. Gerîlayên nû tevlî dibin, derbas dike. Vê wezîfeya xwe ku baldarî û hesasiyeteke mezin dixwaze, bi awayekî serkeftî bi cih tîne. Di tevahiya wezîfeya xwe de baweriya partiyê naşikîne û li gel vê yekê jî tim ji gerîlayên nû re dibe moral. Lê belê di sala 1993’yan de li Şemzînanê tê girtin. Di pêvajoya binçavkirinê de ku gelekî dijwar derbas dibe, li ber xwe dide û têk naçe. Mîrateya berxwedêriyê ya ji malbata xwe digire, di vê pêvajoyê de bi awayekî baş diparêze. Piştî ku salekê li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dîl tê girtin, serbest tê berdan.
Piştî demeke kurt dubare dest bi wezîfeyên xwe dike.
Ewilî li Agiriyê, piştre li Edene, Mêrsîn û Stenbolê xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev xebat wî têr nakin. Ji ber ku hesreta wî ya ji bo hevrêyên wî yên li çiyayan şer dikin, her ku diçe zêdetir dibe. Dawiyê pêşniyara wî tê qebûlkirin û dubare vedigere nava refên ARGK’ê. Ji ber qada Serhedê baş dizane, di demeke kurt de wezîfeyên girîng digire ser milên xwe. Di gelek xebatên leşkerî û siyasî yên li qadê de bi awayekî aktîf cihê xwe digire.
Di serdema xebatên zivistanê de li gel komeke hevrêyên xwe diçe gundekî û leşkerên Tirk li hemberî wî gundî operasyonê didin destpêkirin. Gund tê dorpêçkirin û lêgerîna malan destpê dike. Ji ber ku gund tê dorpêçkirin, ji bilî şerkirinê tu rê namînin. Lê belê dibe ku ev yek zirarê bide gundiyan. Ji ber ku artêşa Tirk a faşîst zarok, jin, pîr û gundiyan ji hev cuda nake û guleyan berdide. Ev yek li gelek cihan pêk aniye. Li gorî wan Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye. Ji ber ku nikare li hemberî gerîlayan li ber xwe bide, ew jî berê xwe dide gel ku ev yek jî taktîkeke wê ya şerê taybet e. Erka wan a sereke qutifandina gel e. Ji ber vê yekê li gel hevrêyên xwe derdikeve derve û li cihekî digerin ku xwe lê veşêrin. Cihê herî baş çemê li nêzî gund e. Talûkeya wê zêde ye, lê belê ji bilî vê yekê jî tu rêyên wan nînin. Demildest xwe li wir vedişêrin. Tam du saet û nîvan xwe di nava ava cemidî de vedişêrin û xwe ji operasyonê rizgar dikin.
Serhed sar e. Zivistanên Serhedê gelekî dijwar derbas dibin. Êdî hewce nake ku mirov qala mayîna di nav ava cemidî de bike. Xwe ji operasyonê rizgar kirin, lê belê gurcikên hevrê Mûrat ji ber ava cemidî zirareke mezin dibînin. Dîsa bêyî daxwaza xwe ji bo tedawiyê neçar dimîne ku ji çiyayan vegere. Destpêkê berê xwe dide Metropolan û piştre jî Ewropayê.
Tevî ku ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê dibe jî, dîsa li cihê xwe nasekine. Ji bo hevrê Mûrat pêdiviyên têkoşînê ji her tiştî girîngtir in. Li Heilbronn, Basel, Stutgart, Hollanda û Fransayê wezîfeyên girîng digire ser milên xwe. Ruhê welat bi awayê herî baş temsîl dike û germahiya jiyana gerîlayan dide hemû hevrêyên xwe û gel. Di demeke kurt de ji aliyê her kesî ve gelekî tê hezkirin. Têkiliya wî ya bi gel û hevrêyên wî re dibe mînak. Hesasiyeta wî ya li hemberî pisgirêkan û israra wî ji bo çareseriyan li hemû qadan baweriyeke mezin dide gel û hevrêyên xwe. Ew milîtanekî wisa bi rast dijiya û dida jiyankirin û bi tu awayî xeletî qebûl nedikir. Bişirîna li ser rûyê wî tu caran kêm nedibû. Tu caran ji pîvanên rêz û hezkirinê derbas nedibû. Dilê tu kesî nedihişt. Lê belê kêmasiya veqetîna ji welat û hevrêyên xwe tim hîs kir. Tekane armanca wî vegerîn bû. Tim li bendê ma ku li wan çiyayên biheybet, tola xwe ya dîrokî bistîne.
Dîrok 9’ê Cotmeha sala 1998’an e. Rejîma ku xwe dispêre emperyalîzm û paşverûtiya siyonîzmê, li hemberî roja gelê me Rêber Apo komployeke navneteweyî pêş xist. Ji bo tunekirina şerê mafdar ê gelê Kurd destpêkê berê xwe dan avakarê têkoşînê. Li hemberî vê komployê bi şîara ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’ ji 60’î zêdetir kadro û welatparêzan li dora Rêberê xwe bi çembereke ji agirî, bedena xwe dan ber agir û xwe şewitandin.
Hevrê Mûrat ji zû de ev peyam girtibû. Çawa ku beriya çend mehan hem eqreba û hem jî hevrêya wî Sema Yuce bûbû gilokeke agir, ew jî ji bo ku nêzîkî rojê bibe diviya ev yek kiriba. Her wiha diviya xemsariya Ewropayê demokrasî û azadiya wê ya derewîn nîşanî gelê xwe bidaya. Bila bizanibin ku em li ku derê bin, çawa bijîn jî heya welatê me nebe, tu tiştekî me nabe. Tu kes navê Kurdan bi bîr nayîne. Kurdan bi têkoşîna xwe hebûna xwe îspat kir, bi têkoşînê navê xwe da bihîstin û divê bi têkoşîna xwe welatê xwe ava bikin. Ji bilî vê yekê her tiştin din berhewa ne. û Rêbertiya me jî, dil û xwîna gelê Kurd e. Heya ku gelê Kurd hebe, gerîla hebe tu kes nikare ‘Roja Me Tarî Bike.’
Girêdayî vê yekê hevrê Mûrat ê ku agirê ji Mazlûman girtî di laşê xwe de geş kir, di 4’ê Çileya 1999’an de li nexweşxaneya leşkerî ya li bajarê Koblenz a Elmanyayê tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevrê Mûrat!... Tu hemû caran gavekê li pêşiya me bûyî. Bi vê çalakiya xwe ya mezin, te vê carê di navbera me de mesafeyeke mezintir vekir. Hin tiştên wisa hene ku, mirov nikare qala wan bike. Weke bexteweriyê, hezkirinê, evînê, şehadeta hevrêyekî tê hezkirin.
Gelê me li dora Rojên xwe çembereke pola ava kiriye. Çek, fûze û zora tu hêzan nikare vê vînê bişkîne. Dibêjin; ‘’Yan em ê hemû bi hev re tune bibin yan jî em ê bi hev re li gel Roja xwe azad bibin.’’
Hevrê Mûrat ala me tu caran danakeve. Hezaran, deh hezaran, milyonan kes heya Kurdistaneke azad wê tu caran nesekinin. Em ê her tiştî li xwe biherimînin. Heya ku laşên me yên pîroz li ser xakên azad vediguherin qurnefîleke sor.
Di şexsê te de ez hemû lehengan silav dikim. Bîranînên we wê di nava têkoşîna me de tim zindî bimînin.