Çalakiyên gerîla yên sala 2017'an

Şerê li Kurdistanê, sala 2017'an bêhtir dijwar bû. Rayedarên AKP'ê hê di rojên destpêkê yên salê de soz dan ku 'PKK'ê biqedînin'...

Şerê li Kurdistanê, sala 2017'an bêhtir dijwar bû. Rayedarên AKP'ê hê di rojên destpêkê yên salê de soz dan ku 'PKK'ê biqedînin'. Wezîrê Karên Hundir ê AKP'ê S. Soylû gotibû, "Heta meha Nîsanê wê welê li PKK'ê bê ku kes nema navê wê hilînin." Piştî van gotinên AKP'yiyan operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk zêde bûn.

Artêşa Tirk tevî ku hemû teknîk û hêza xwe ya çekdarî bi kar anî jî, nekarî xwe ji derbên gerîlayên PKK'ê rizgar bike. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya şer û çalakiyan a salê, roj bi roj bi raya giştî re par ve kir. Li gorî daxuyaniyan, di nava salê de zêdeyî 113 operasyon hatin kirin û di encama şer û çalakiyan de bi qasî hate tespîtkirin 1.532 leşker û polîs hatin kuştin. Encama hin çalakiyên gerîla jî nehatin zelalkirin. Dema ku mirov bala xwe bidn bîlançoya şer a meh bi meh, wê asta şerê qewimiye bêhtir eşkere bibe.

DI MEHA ÇILEYÊ DE 8 ÇALAKÎ

Bi rojên destpêkê yên salê re artêşa Tirk dest bi operasyonên dagirkeriyê kir. Tevî şert û mercên zivistanê jî gerîla 8 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

ÇALAKIYA DESTPÊKÊ YA SALÊ LI DIJÎ AMÎRIYA EMNIYETA ÇINARÊ HATE KIRIN

Çalakiya destpêkê ya salê, 1'ê Çileyê li dijî Amîriya Emniyeta Navçeya Çinarê ya Amedê hate kirin. Gerîla li 3 wesayitên zirxî û polîsên kontrola rê dikirin, xistin.
2'ê Çileyê gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Gever a Colemêrgê xistin. 17'ê Çileyê li dijî girê Leylek ê qereqola Bezelê ya li Şemzînanê, 23'ê Çileyê li leşkerên li quntara girê Cegerxwîn ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate xistin.

DI MEHA SIBATÊ DE ÇALAKIYA LI HATAYÊ

Li gel şert û mercên giran ên zivistanê çalakiyên gerîla dewam kirin. Gerîla di meha Sibatê de 7 çalakî pêk anîn.

13'ê Sibatê li dijî qereqola Tepê Serbend ê li navçeya Qilabanê ya Şirnexê 2 çalakiyên sûîqestê hatin kirin û 2 leşker hatin kuştin.

Roja 14'ê Sibatê li navçeya Dortyol a Hatayê gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ên derketin operasyonê xistin û leşkerek hate kuştin.

17'ê Sibatê li navçeya Wêranşar a Rihayê, li dijî lojmanên polîs, dadger û dozger lê bûn çalakî hate kirin.

25'ê Sibatê li ser rêya Mêrdîn-Amedê gerîla li dijî wesayita leşkerî ya bi tîpa kobra çalakiya sabotajê kirin. Wesayit bi temamî îmha bû û hemû leşkerên tê de mirin.

ADARÊ LI ZAGROSAN 57 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Meha Adarê operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk dewam kirin. Gerîla jî 53 çalakî li dar xistin û herî kêm 68 leşker hatin kuştin.

Çalakiyên gerîla herî zêde li çiyayên Zap-Zagrosê hatin kriin. Di encama çalakiyên sabotajê, sûîqest û bi çekên giran de li vê herêmê 57 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Çalakiyên gerîla li Botanê jî pêk hatin. 16'ê Adarê li dijî leşkerên Tirk ên li girê Şehîdan ê li gundê Elemun ê navçeya Qilaban a Şrinexê ji du baskan ve çalakî hate kirin û 11 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

28'ê Adarê li dijî leşkerên li nîzamiya qereqola Xerzikê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê çalakiyek pêk hat.

MEHA NÎSANÊ 185 LEŞKER Û POLÎS HATIN KUŞTIN

Şer meha Nîsanê li çar aliyên Bakurê Kurdistanê belav bû. Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya hPG'ê, di nava mehekê de 99 çalakî hatin kirin û herî kêm 185 polîs û leşker hatin kuştin, 48 wesayitên leşkerî bi temamî hatin rûxandin. Çend ji çalakiyên mohra xwe li meha Nîsanê xistin ev in:

ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI DIJÎ AVAHIYA EMNIYETÊ YA BAGLARÊ: 83 POLÎS HATIN KUŞTIN

Çalakiya herî bi bandor a ku mohra xwe li salê da, 11'ê Nîsanê li dijî avahiya Şaxê TEM'ê û hêzên polîsan a Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Baglar a Amedê hate kirin. Di daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin ku di çalakiya dijî avahiyê de ku 150-200 polîs lê bûn, 2.540 kîlo teqemenî hatiye bikaranîn. Bi vê çalakiyê re avahî ji holê rabû û 83 polîs mirin, 110 polîs jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya HPG'ê zêdeyî 50 wesayit jî rûxiyan.

ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN YJA STARÊ

Meha Nîsanê çalakiyên gerîlayên jin zêde bûn. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê di çalakiyan de 13 leşker hatin kuştin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ HÊZA OPERASYONÊ: 27 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk çend ji çalakiyên bi bandor li qada Besta ya Şirnexê hatin kirin. Di operasyona 19'ê Nîsanê dest pê kir de, di encama çalakiyên gerîla yên li nava hefteyekê 27 leşker hatin kuştin.

ARTÊŞA TIRK 27 CARAN ÇEKA KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

19'ê Nîsanê bi beşdariya bi hezaran leşkerên Tirk li herêma Kato ya Şirnexê operasyon hate kirin. Di vê operasyonê de HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk çeka kîmyewî bi kar aniye. HPG'ê diyar kir ku di şer û çalakiyên dema operasyonê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û ragihand, navbera 19 û 27'ê Nîsanê li çiyayê Katoyê 27 caran bombeyên kîmyewî li dijî gerîla hatin bikaranîn.

ÇALAKÎ MEHA GULANÊ ZÊDE BÛN: 302 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Meha Gulanê, operasyonên artêşa Tirk a dagirker zêde bûn. Gerîla jî li dijî operasyonan dest bi pêngavên şoreşgerî kirin û bi çalakiyên bi taktîkên dewlemend derbêng iran li artêşa Tirk xistin. Meha Gulanê 153 çalakî hatin kirin û herî kêm 302 leşker hatin kuştin. HPG'ê ragihand ku helîkoptereke bi tîpa kobra û helîkoptereke bi tîpa skosky hatine xistin, 3 wesayitên leşkerî hatine rûxandin. Çend ji çalakiyên mohra xwe li meha Gulanê xistin, ev in:

ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI DIJÎ TRENA BAR

Yek ji hedefên gerîla, qadên fînansa şer û aboriyê bû. Di vê çarçoveyê de 5'ê Gulanê li dijî trena bar a ber bi navçeya Dara Hênê ya Xarpêtê ve diçû çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di encamê de xisareke mezin li trenê bû.

DI ÇALAKIYÊN YJA STARÊ DE 25 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên YJA Starê 8'ê Gulanê li navçeya Xîzan a Bedlîsê 4 leşker, 10'ê Gulanê li Tendurek a Agiriyê yarbayek, serdarek (bînbaşi) û 8 jendermeyên tîmên taybet bi giştî 12 leşker kuştin. 10'ê Gulanê li qada Êrîş a Amedê 5 leşker hatin kuştin, li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê 4 çalakiyên cuda pêk anîn û herî kêm 4 leşker hatin kuştin. 28'ê Gulanê li Akdag a Çewlikê çalakiyek hate lidarxistin, lê encam zelal nebû.

DI HELÎKOPTERA HATE XISTIN DE KOORDÎNEYA OPERASYONA KATO'YÊ HATE KUŞTIN

31'ê Gulanê helîkoptereke Skorsky a ji qada Sêgirkê ya navçeya Qilaban a Şirnexê bi hewa ket, ji aliyê gerîla ve hate xistin. Medya Tirk ev çalakî weke qezayê weşand, lê piştî demeke kin hat fêhmkirin ku ji aliyê gerîla ve hatiye xistin. HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di helîkopterê de koordîneya operasyona Katoyê hebû û hemû hatine kuştin. Tumgeneral Aydogan Aydin, 2 albay, yek yarbay, serdarek û 3 yuzbaşi (yek jê pîlot), ustegmenek (pîlot) 2 serçawiş û 2 çawişên pispor bi giştî 13 leşkerên payebilind hatin kuştin.

LI TENDUREKÊ DERB LI LEŞKERAN HATE XISTIN: 2 JÊ PÎLOT 39 LEŞKER HATIN KUŞTIN

11'ê Gulanê li qada Tendurekê ya Agiriyê çalakiyên xurt ên gerîla li dijî operasyonê hatin kirin. Di encama van çalakiyan de 37 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker birîndar bûn.

Li vir helîkoptereke bi tîpa Kobra ji aliyê gerîla ve hate xistin û yekê jî derb xwar. HPG'ê diyar kir di helîkoptera hate xistin de 2 pîlot mirine û hêza operasyonê ya derb xwar, xwe vekişand.

12 POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk di operasyonan de derbên giran dixwar. Hêza leşkerî dema têrê nekir, AKP'ê vê carê polîsên tîmên taybet tevlî operasyonan kir. 24'ê Gulanê li çiyayê Katoyê di çalakiyê de 12 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA LI SERHEDÊ: 45 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 23'ê Gulanê li eyaleta Serhedê Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Argeş û Şehîd Eylem dest pê kiriye. Di çarçoveya pêngavê de 25'ê Gulanê li Tendurekê çalakî hatin lidarxistin û 45 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker birîndar bûn. Gerîlayan dest danîn ser gelek alavên leşkerî. Di şer de derb li helîkoptereke bi tîpa Kobra hate xistin.

LI ŞEMZÎNANÊ 55 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Ji 24 heta 25'ê Gulanê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê şerekî giran qewimî. Di çalakiyên gerîla de li girên Zorava û Gola 55 leşker hatin kuştin.

BÎLANÇOYA HEZÎRANÊ: 506 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Meha Hezîranê li Serhed, Botan, Dersim, Amed û Colemêrgê operasyon qet nesekinîn. Gerîla jî 192 çalakiyan bersiv dan operasyonan. Bi qasî ku ahte tespîtkirin 506 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin. Helîkoptereke bi tîpa Skorksy hate xistin, derb li 4 helîkopteran hate xistin. 13 wesayitên zirxî bi temamî hatin rûxandin. Çend ji çalakiyên meha Hezîranê ev in:

10 JOH Û 3 KONTRA HATIN KUŞTIN

1'ê Hezîranê gerîlayên YJA Starê bi yekîneyeke kontra ya li derdora gundê Zengok ê Mûşê bi cih bûbû hesiyan û derbên xurt lê dan. Di encamê de 10 endamên JOH û 3 kontra hatin kuştin, 7 çek û cebilxaneyên van çekan hatin desteserkirin.

LI DERSIMÊ DERB LI SKORSKY HATE XISTIN

2'ê Hezîranê derb li helîkoptereke bi tîpa Skorksy hate xistin ku dixwest xwe li tabûra leşkerî ya li navçeya Qisle ya Dersimê deyne. Heman rojê di çalakiya gerîla ya dijî yekîneya operasyonê de 4 leşker hatin kuştin.

LI KATOYÊ 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG'ê ragihand ku di operasyona navbera 4-10'ê Hezîranê de li çiyayê Kato yê Şirnexê şer derket û di vî şerî de gerîla çûn ser 12 cenazeyên leşkeran.

ÇALAKIYÊN LI MÛŞ Û ÇELÊ

3'ê Hezîranê li qada Şehîd Şiyar a Mûşê, gerîla li ser rêya gundê Dazikomê çalakî li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk pêk anîn. Di encamê de 7 leşker mirin.

6'ê Hezîranê li mintiqeyên Derava Talê û Xezalkê yên Çelê çalakî hatin kirin û 13 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.

LI ÇIYAYÊ ZAGROSÊ PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ Û HELÎKOPTERA SKORSKY HATE XISTIN

HPG'ê 8'ê Hezîranê ragihand ku qonaxa yekemîn a Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hin rêze-çalakî hatin kirin. Li derdora girên Koordîne û Havanê yên navçeya Çelê ya Colemêrgê helîkoptereke bi tîpa Skorsky bû hedefa gerîla û di encama gulereşandina ji sê aliyan ve li girê Şehîd Cûdî hate xistin. 2 jê pîlot 14 leşker hatin kuştin.

7 POLÎS Û 20 LEŞKER HATIN KUŞTIN

9'ê Hezîranê di çalakiya dijî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Westan a Wanê de 7 polîs hatin kuştin.

10'ê Hezîranê gerîla li qereqola Bibanê ya navçey Elbakê xistin û 3 leşker hatin kuştin. Di çalakiya 1'ê Hezîranê de li Elbakê 6 leşker hatibûn kuştin.

10'ê Hezîranê leşkerên ji qereqola Xerxol a navçeya Berwarî ya Sêrtê ber bi Dihê ve diçûn bûn hedefa gerîla. Di encamê de 11 leşker hatin kuştin.

12 LEŞKER MRIN, CEBILXANE HATE RÛXANDIN

11'ê Hezîranê li dijî leşkerên Tirk ên li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya gerîla hate kirin. Di encamê de konteynira ku cebilxaneya artêşa Tirk bû hate rûxandin û 10 leşker hatin kuştin. Di çarçoveya heman pêngavê de li girê Şehîd Zekî jî 2 leşker hatin kuştin.

ÇALAKIYA JI SÊ ALIYAN VE: 20 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li çiyayê Zagrosê di çarçoveya pêngava şoreşgerî de 12'ê Hezîranê li dijî Şkêrê Spî ku girê ewleakriya alaya Garê ye ji sê aliyan ve çalakî hate kirin. Gerîlayên ketin nava çeperên leşkeran 20 leşker kuştin û dest danîn ser malzemeyên leşkerî.

BÎLANÇOYA 3 ROJÊN HEWLDANA DAGIRKIRINA ZAPÊ: 67 MIRÎ

Artêşa Tirk 16'ê Hezîranê xwest bikeve herêma Zapê û li hemberî xwe berxwedana gerîla dît. Gerîla li mintiqeya gundê Gijnê û Qela Bêdewê li leşkeran dan û di encamê de 21 leşker hatin kuştin.

Helîkoptereke bi tîpa Skorksy jî ji ber derbên ji gerîla xwar, neçar ma ji herêma operasyonê biçe.

17'ê Hezîranê leşkerên Tirk xwestin ji bejahî bi piştgiriya helîkopterên Skorksy bikeve mintiqeya Gijnê û Qela Bêdewê. Di çalakiya gerîla de 20 leşkerên din hatin kuştin.

17'ê Hezîranê li quntarê Gijnê du çalakiyên din ên gerîla hatin kirin. 5 leşker hatin kuştin. Her wiha helîkoptereke bi tîpa Skorsky jî derb xwar.

17'ê Hezîranê danê êvarê li dijî hêzên artêşa Tirk ên li mintiqeya Gijnê û Qela Bêdewê çalakî hate kirin û 4 leşker hatin kuştin.

18'ê Hezîranê li Qela Bêdewê 6 çalakiyên sabotajê yên gerîla hatin kirin û 8 leşker hatin kuştin.

19'ê Hezîranê li geliyê Sipê di çalakiya gerîla de 7 leşker hatin kuştin.

19'ê Hezîranê li quntara girê Şehîd Mûnzûr 2 leşker hatin kuştin.

LEŞKERÊN JI OPERASYONÊ VEGERIYAN DERB XWARIN: 22 MIRÎ

Di hewldanên dagirkirina Zapê de, gerîla li dijî 2 konvoyên leşkerî yên ji operasyonê vedigeriyan çalakî kirin. Çalakiya destpêkê 19'ê Hezîranê li qada navbera Çelê û Xezalkê pêk hat. 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî bi temamî hatin rûxandin.

Çalakiya duyemîn li qada Qesrikê pêk hat û wesayiteke Kîrpî li vir hate rûxandin. Di her du çalakiyan de 22 leşker hatin kuştin.

LI QILABANÊ 11 KONTRA HATIN KUŞTIN

19'ê Hezîranê li dijî yekîneyên kontra yên li dora gundên Hîlal, Şirif û Mijîn ên navçeya Qilaban a Şirnexê derketin operasyonê, 3 çalakiyên gerîla pêk ahtin. HPG'ê ragihand ku di encamê de 11 kontra hatine kuştin.

Sibe: Bîlançoya şeş mehên dawî