Çalakiyên ciwanan li Başûr her ku diçe mezintir dibe

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ciwanan ên bi armanca şermezarkirina nedayîna xerciya mehane her ku diçe berfireh dibin.

 Li Silêmaniyê gelek xwendevanên zanîngehê bi daxwaza dayina xerciya mehaneyên wan daketin qadan. Li navçeya Kelar ya girêdayî îdareya Germiyanê jî xwendevanan rêya giştî li trafîkê girtin.

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe krîza aborî kûr dibe û bandorê li her qadê dike.

Vê carê jî li hemberî nebûna xizmetguzariyê û nedayina xerciya mehane xwendevan daketin qadan.

Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê careke din li ber Wargeha Nû ya Zanîngeha Silêmaniyê dest bi xwepeşandanê kirin û riya sereke ya di navbera Silêmaniyê û Tasluce de girtin. Xwendekaran diyar kirin ku li wargeha xwendekaran av û ceyran nîne.

Xwendekarên zanîngeh û peymangehan îro li Silêmaniyê li ber avahiya walîtiya bajêr li dijî nedana xerciya mehane ya xwendekaran çalakiyek lidarxistin. Xwendekaran di çalakiyê de rêya sereke ya Silêmanî-Tasluce li trafîkê girtîbûn.

Îşev careke din xwendekaran li ber Wargeha Nû ya Zanîngeha Silêmaniyê dest bi xwepeşandanê kirin û riya sereke ya di navbera Silêmaniyê û Tasluce de girtin. Ji ber girtina rê li ser rê qelebalixiyek zêde çêbû. Hêzên ewlehiyê gihîştin cihê xwepêşandanê.

Xwendekaran ji bo wargehê daxwaza xizmetguzariyê kirin û herwiha careke din daxwaza xerciya mehane kirin.

Li gorî gotina xwendekaran ava vexwarinê, ceyran û gaza wan nîne û xerciya mehane ya wan nayên dayîn.

Li navçeya Kelar a Germiyan ji ber nebûna xizmetguzariyê şêniyên Projeya Lanesîtî dest bi xwepêşandanê kirin û rê li çûnûhatine girtin.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji sala 2015’an û şûnde xerciya mehane ya xwendevanan nedaye.

Berê ji bo her xwendevanên li wargehên zanîngehê yên li navenda bajêr dimînin 40 hezar dînar wek xerciya mehane dihat dayîn û ji bo xwndevanên li wargehên ji derveyî bajêr jî 100 hezar dînar dihate dayîn.